ROJEVA 08'Ê KANÛNA 2024
- 09:00 8 Kanûn 2024
- Rojev
* Rojnameger lêkolîner a DYA’yî meghan Bodette da zanîn ku êrîşên HTŞ'ê û komên girêdayê Tirkiyeyê yên li hember Sûriye û Rojava di alî cîhanê de xetereye û got ji bo krîza wir çareser bibe, divê krîza Sûriye û pisgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye dawî li êrîşan bîne. DÎMEN HEYE
*Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Fatma Yildirim balkişand ser rewşa girityên nexweş û da zanîn ku girtîgeh veguherîne malên mirinê û wiha domand: “Em nebin hevkarê vî sûcê mirovahiyê. Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve.” DÎMEN HEYE
*Wezareta Dadê ji bo serlêdana Îmraliyê bersiv neda û nîqaşên ‘wê kî biçe Îmraliyê’ didomin. Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê jî got: “Ji bo hevdîtinê divê destûr bê derxistin.”
*Li bajarê Dêrsîmê ku yek ji bajarê bi heybet yê Kurdistanê ye, her çar demsal ji hev xweşiktirin. Di her demsalê de çiya û ava Munzurê dîmenên bi heybet pêşkêş dike. Niha li Dêrsîmê her der bi berfê xemiliye.