Li Ewropayê gel li qadan bûn:Parastina Rojava peywira mirovahiyê ye
- 23:02 7 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava, bi pêşengiya federasyon û navendên girêdayî Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), meclisên girêdayê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û rêxistinên ciwanên Kurd çalakî li dar xistin.
Stockholm
Li paytexta Swêd Srockholmê, li dijî êrîşên liser Rojavayê Kurdistanê meş û mitîngek hat lidarxistin. Li ser bangewaziya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurd bi sedan kes li meydana Norra Bantorgetê kom bûn.
Meclisa Jinên Amara, Komîteya Rojava, nûnerên gelek saziyên sivîl, rojnamevan û mafparêz tevlî çalakiyê bûn.Beriya ku meş destpê bike, Hevseroka KNKê Zeyneb Muradî û rojnamevan Kurdo Baksî axaftin kirin.
Hevseroka KNKê Zeyneb Mûradî di axaftina xwe de anî ziman ku nêzî 15 sal in dewleta Tirk û çeteyên wan li Rojava her tim êrîş û qetlîaman pêk aniye û ev aliyane careke din hewl didin ku hebûna gelê Kurd li Rojava tine bikin.
Zeyneb Mûradî got: “Me beriya niha li Efrînê, Kobaniyê, Grê Spî dît ku dewleta Tirk çi bi serê gelê Kurd aniye. Ev hêzên xwînrij û nijadperest gelek qetlîaman kirin ku wê di rûpelê dîrokê de bibe rûreşiya mirovahiyê. İro careke din bi destê çeteyên xwe dixwazin heman tiştî bikin. Bila baş bizanibin ku ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Agirî û Amedê bigre hetanê Kirmanşan, İlam, Kerkûk û Silêmaniyê bi hezaran ciwanên Kurd ji bo parastina welatê xwe, canê xwe feda kirin. Banga min ji bo tevahiya Kurdistanê ew e ku ji bo parastina destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Bila her kes bizanibe ku çi jî bibe em dest ji gelê xwe yê li Rojava bernadin.”
Rojnamevan Kurdo Baksî jî axaftina xwe bi Swêdî kir. Kurdo Baksî got: “Çete û cîhadîstên ku beriya niha çawa êrîşî Kobanê û deverên din kiribûn û îro ji bes navê xwe guherandine û bi hevpeymaniyeke nûjen careke din gef li hebûn û destkeftiyên Kurd dixwin. Hêzên YPG û YPJ gelê xwe diparêze ku hemû aştixwaz û mafparêzên cîhanê hîna jî rêz digre. Ew cîhadîstên ku dijminê mafê jinan, mafê ol û neteweyên cûda ne careke din bi serkêşiya dewleta Tirk êrîşan pêk tîne. Em dizanin ku bi dehan sal in dagirkerên li Kurdistanê êrîş û qetlîamên bi vî rengî pêk anîn ku armanca wan tinekirina gelê Kurd bû. Lêbelê çawa ku dîktatorên weke Sedam Huseyîn têk çû, dagirkerên cîhadîst, Tirkiye û İran jî wê têk biçe.”
Piştî axaftinan bi sedan kes dest bi meşê kirin. Di kûçe û kolanên Stockholmê de dirûşmên “Bijî berxwedana YPGê û YPJê”, “Bijî piştevaniya bi Rojava re”, “Bimre dagirkeriya dewleta Tirk” bilind bû.
Kurdistaniyan destnameyên piçûk li Swêdiyan belav kirin ku derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de zanyariyên dawî tê de hebûn.
Hat ragihandin ku çalakiyên bi vî rengî wê di rojên pêşde jî berdawam bike. Saziyên Kurd hem di warê civakî, hem jî dîplomasiyê de hewldanên ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê didomîne.
Hamburg
Li bajarê Hamburgê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava û dilsoziya bi gelê Rojava re meşek girseyî hat lidarxistin.
Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirk jî piştgirî dan meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKTM), Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin.
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach axivî û diyar kir ku komkujiyên li dijî sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku di şer de herî zêde jin û zarok rastî êrîşan tên. Anja Flach anî ziman ku îradeya gel ji hemû çekan bi hêztir e û got, "Divê her mirovekî xwedî wijdan di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bike û xwedî li Rojava derkeve.”
Girseya ku ji hezar kesî pêk dihat dema ji ber Girtîgeha Damtorê derbas dibûn bê navber dirûşmên "Ji girtiyên siyasî re azadî", "Ji Kenan Ayaz re azadî" û "Ji Kadrî Saka re azadî" berz kirin.
Deng Haag
Li bajarê Korte Voorhout ê bajarê Den Haag ê Holandayê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Dem-Nedê hat lidarxistin de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin. Girseyê soza parastina destkeftiyên Rojava dan.
Bodensee
Kurdistaniyên li bajarê Ravensburg ê herêma Bodensee ya eyaleta Baden-Wurtemberg a Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina êrîşa dewletên mêtinger û çeteyan ên li ser Rojava, mîtîng li dar xistin. Li gel barana dijwar jî dostên Kurdan ên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û peyama “Rojava xeta me ya sor e, em heta dawiyê bi Rojava re ne” hat dayîn.
Basel
Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û enternasyonalîstan li Baselê meşek hat lidarxistin. Çalakgerên li Parka De Wette kom bûn.Piştî rêzgirtinê li ser navê YJK-S’ê daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
Endama YJK-S’ê Ozen Aytaç daxuyaniya bi Elmanî xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên faşîst ên paşverû bi êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Rojava hewl dide li Sûriyeyê kaos û pevçûnan gurtir bike. Eşkere ye ku ev yek wê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibe sedema komkujî û qirkirina zêdetir. Dê formek nû ya terorîzma îslamî derkeve holê ku wê bibe sedema karesatên mezin ên mirovî. Ev yek ji bo Rojava/Sûriyê metirsiyê çêdike; ev dibe sedema encamên cidî yên herêmî û cîhanî. Ji bo vê jî divê bêyî ku sînoran nas bikin şoreşê biparêzin û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Weke YJK-S em bang li gel, jin, dostên xwe û her kes dikin ku parastina Rojava bikin û li cem mirovahiyê bin. Berxwedan ne alternatîfek e, erkek e."
Piştî axaftinan girse tevî barana zêde dest bi meşê kir û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" heta Qada Dreîrosenbrucke meşiyan.
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya li qadê axaftinek kir. Dîlan Çetînkay şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji ber rola wan a serkeftî ya di veguhestina gelên li herêmên dagirkirî ji bo herêmên ewle û serkeftina wan a li Dêrezorê pîroz kir.
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Dresden
Li Neustadta a li bajarê Elmanyayê Dresdenê, bi pêşengiya Meclisa Gel a Dresdenê, Jina Mala û Înîsiyatîfa Kurdistanê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de êrîşên li ser gelê Kurd ên komên cîhadîst ên girêdayî dewleta Tirk hatin protestokirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê di dema herî kurt de ev êrîşên ku destkeftiyên Kurdan ên li herêmê hedef digirin bên rawestandin û di serî de Elmanya bang li dewletên Ewropî hate kirin ku li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide çeteyên cîhadîst û li dijî gelê Rojava. komkujiyan dike, gavan bavêjin. Hat diyarkirin ku bi taybet ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan divê nerazîbûneke navneteweyî bê nîşandan û bang li gelan hat kirin ku her roj dengê xwe li qadan bilind bikin û xwedî li gelê Rojavayê derkevin. Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo meşa 14'ê Kanûnê ku saet di 14.00'an de wê li Altmarkt-Galerîe bê lidarxistin banga tevlêbûnê hat kirin.
Cenevre
Tora Serhildanê ya Enternasyonalîst ku li Fransa, Belçîka û Swîsreyê li ser esasê parastina Şoreşa Rojava û piştgirîdayîna Kurdistanê xebatên xwe didomîne, li bajarê Swîsreyê Cenevreyê çalakiyek li dar xist û banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojavayê kir.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi rê ve dibin, hatin protestokirin û banga tevlêbûna kampanyaya alîkariyê hat kirin ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve ji bo koçberên ji Til Rifet û Şehbayê ji cih û warên xwe bûne, hatiye destpêkirin.
Girse li Qada Navigationê kom bû û daxuyanî da. Li ser navê Tora Serhildanê Angelina Marayê peyama #RiseUp4Rojava'yê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê weşandibû, xwend.
Piştî axaftina Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel ku banga têkoşîna li dijî êrîşan kir, çalakî bi dawî bû.
Lorîent
Bi bangawaziya CDK-F’ê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li qada şaredariyê ya li bajarê Fransayê Lorientê li hev kom bûn.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanî jî û bangawaziya "Em bibin dengê bindestan, em xwedî li nirxên azadî, edalet û rûmetê derkevin" hat kirin.
Her wiha li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê, ji Kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê hate xwestin ku bi hişmendiyeke berpirsyar piştgiriya kampanyayê bikin.
Frankfurt
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya TCŞ û TEKO-JIN’ê li Oper Platzê meş lidarxistin.
Di çalakiyê de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz axivî û got: “Îro ciwanên Kurd li dijî çeteyên hov ên Tirk berxwedaneke mezin didin. Divê xwedî li wan derkevin û bibin dengê wan.”
Marsîlya
Li bajarê Marsîlya ê Fransayê bi pêşengiya TCŞ li dijî dagirkerî û tecrîda Îmraliyê meşekî girseyî hate lidarxistin.
Meş li herêma Canabiere ya bajêr destpê kir û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir.
Mantes
Li bajarê Nantes ê Fransayê bi armanca silavkirina berxwedana li Rojava çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.
Girseya ku li Place de Bretagne li hev civiyan. Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser gefên li ser Rojava û girîngiya piştevaniya navneteweyî. Sazî û partiyên weke Union Communiste Libertaire, Partiya Komunîst a Fransa û Partiya Karkeran a Fransayê piştgirî dan çalakiyê.
Kassel
Gelê Kurd û enternasyonalîst, li Hauptbahnhofa li bajarê Elmanyayê Kasselê li hev kom bûn û êrîşên li ser Rojavayê protesto kirin. Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Gel a Kasselê û Koma Çepgir Fantosma ya Elman jî daxuyanî dan. Di çalakiyê de bi berzkirina dirûşmeyan li Qada Am Sternê meş hat lidarxistin.
Freîburg
Li bajarê Elmanyayê Freiburgê gel êrîşên çetewarî yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê protesto kirin. Çalakî ji aliyê meclisa gel ve hat organîzekirin û ji bo şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê dest pê kir. Gelek Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.