Li Îranê jinan li dijî qanûna ‘hîcaba bi zorê’ daxuyanî dan
- 21:06 7 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 300 aktîvîstên jin yên Îranê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê li dijî qanûna ‘Hîcaba bi zorê û paqijiya ahlaqî’ têbikoşin.
Îro zêdetirî 300 çalakvanên jin û civaka sivîl ya Îranê li dijî qanûna “Hicaba bi Zorê û Paqijiya Exlaqî” daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew li dijî ferzkirin û ferzkirina qanûna ‘Hicaba bi Zorê û Paqijiya Exlaqî’ nerazîbûna xwe nîşan didin û biryara Meclisa Şêwirmendiya Îranê wek bêqanûnî û binpêkirina mafên hemwelatiyan û li dijî hişmendiya civaka Îranê binav dikin.
Her wiha hat diyarkirin ku biryara dawî ya parlamentoyê ku bi armanca guhertina têkiliyên dewlet û hemwelatiyane, dibe ku bibe sedema lewazkirina jiyana civakî ya hevbeş û belavbûna gûmanê, bêbaweriyê û lewaziya exlaqî di nav civakê de.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çalakvanên jin û civaka sivîl ya Îranê dibêjin, bi rêya van cûre qanûnan civaka Îranê rastî tunebûna exlaqî hatiye. Wek mînak, hemû lêkolînên zanistî nîşan didin ku yek ji sedemên destdirêjiya zayendî ya li ser jinan her tim hebûna têkiliyên newekhev yên hêza di navbera jin û mêran de ya di warên cuda de bûye. Her wiha ev qanûn mafê hilbijartinê ji hemwelatî û bi taybetî jinan distîne. Eger ev maf ji mirovan bê standin, netenê rûmeta takekesên civakê, lê belê pêwîstiya olî jî dixe bin pirsyarê. Ji ber ku dema mirov bêyî mafê hilbijartinê were dinê, rêberî, bawerî û gelek taybetmendiyên din yên mirovî wateyên xwe winda dike. Ji ber ku rastiya van têgehan hemûyan di jiyana mirovan de di bin siya mafê hilbijartina mirovan de ye ku wateyekê dide.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara parlamentoyê wek bêqanûnî binav dikin û ew mafê nerazîbûnê li hember vê biryarê diparêzin û wêvhemû rêyên têkoşînê bixin meriyetê.
Demek berê Serokê Meclisa Şêwirmendiya Îranê ragihandibû ku qanûna “Hicaba bi Zorê” ji 14’ê Kanûnê ya îsal ve dê bikeve meriyetê û erkê her yek ji dezgehan derbarê qanûnê hatiye diyarkirin. Her wiha êdî polîsên binavê “polîsê exlaq” di çarçoveya erkê qanûnê de nemane. Ev qanûn û bendên wê ji aliyê beşên cuda yên gelê Îranê ve li rastî bertek û rexneyên tund hatiye.