Pexşan Ezîzî nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike

  • 13:15 7 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsarên girtîgeha Evînê 150 roj in rê nadin parêzvana mafê mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî bi malbata xwe û parêzerên xwere hevdîtinê bike.
 
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê rewşa parêzvana mafê mirovan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî de agahî parvekirin. Li gorî komeleyê rayedarên girtîgeha Evînê 150 roj in rê nadin Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwere hevdîtinêbike.
 
Hate gotin ku derbarê qedexeya hevdîtinê de, parêzeran nerazîbûna xwe nîşandane.
 
Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.