Rejîma Îranê mamosteya zimanê kurdî girt

  • 13:02 7 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku mamostayek zimanê Kurdî piştî ji bo navenda polîsan hatiye bangkirin, hatiye binçavkirin û veguhestine girtîgehê.
 
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku mamostaya zimanê Kurdî ya xelkê Bokanê Sewsen Hesenzade, piştî ji bo navenda polîsan ya li Bokanê hate bangkirin, hatiye binçavkirin û jibo cezayê lê hatî birîn (3 meh) bikişîne veguhestine girtîgeha Urmiyeyê.
 
Çavkaniyê ragihand ku mamosta Sewsen Hesenzade 5 roj bûn di binçavan de li navenda polîsan dihate ragirtin.
 
Li gorî çavkaniyê di 8’Cotmeha 2024’an de, dadgeha Keyfer ya Bokanê bi tometa ‘propagandaya dijî hikumetê û endambûna komek dijberî Îranê’ 3 meh ceza li mamosta Sewsen Hesenzade biriye. Hate gotin ku mamosta Sewsen bê parêzer hatiye dadgehkirin.
 
Hêjayî gotinê ye di 15’ê Hezîrana 2024'an de mamosta Sewsen Hesenzade li kolanek Bokanê hatibû binçavkirin û li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatibû ragirtin. Piştî wê bi kefalet ji bo demkî hatibû berdan.
 
Mamosta Sewsen Hesenzade 17 salin li Bokan û gundên derdora wê dersa zimanê Kurdî dide. Di salên borî de jî gelek caran ji ber çalakiyên xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê kete ber lêpirsînê.