Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê: Bi van îdiayan bawer nekin
- 19:55 6 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku hin aliyên girêdayî Tirkiyeyê bi îdiayên nerast hewl didin ku taxê ji niştecihên wan vala bikin û bêyî garantiya navneteweyî berê wan bidin Efrînê. Meclisê bang li şêniyan kir ku bi van îdiayan neyên xapandin.
Meclisa Gişt ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî bi amadebûna rêveber, hevserokên meclis, saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya navenda Mala Êzidiyan a li Şêxmeqsûdê hat dayîn.
‘Hikûmeta Şamê berpirsê aloziyê ye’
Endamê melisê Menan Cafer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hikumeta Şamê ya desthilatdar a diyalogan red dike û çandên din qebûl nake bepirsa rewşa aloz a li welat e û wê hişt ku welat bibe qadda tesfiyekirina hesabên herêmî û navneteweyî ya li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi hemû etnîk, ol, mezheb û baweriyê wê.
ˈArmanca me Sûriyeyek demokratîke’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwe bi rêxistin dikin û wiha hat domandin:"Em hewl didin bêyî cudabûna nîjadî, lê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên taxê mil bi mil Sûriyeke demokratîk a pirrengî ava bikin."
ˈGûh nedin îdiayan’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku "hinek alî yên girêdyî dewleta Tirk bi taybetî hevkarên Îtîlafê, xayîn û ENKSˈê bi rêya îdiayên nerast siyasetên valakirina her tu taxan dimeşînin. Daxuyanî wiha bidawî kirin: “ Hewl didin bêyî garantiyên navneteweyî gel ber bi Efrînê ve bidehfînin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her du taxan bimînin û bi van îdiayên nayên xapandin. Em bang li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên gihandina tevahî pêwîstiyên jiyanê ji gel re bi cih bînin.