‘Li Sûriyeyê 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûn’
- 18:59 6 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - NY’ê der barê geşedanên li Sûriyeyê daxuyanî da û got ji 27’ê Mijdarê heta niha li Sûriyeyê 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û metirsî heye ku ev hejmar bigihêje 1,5 milyonî.
Nivîsgeha Koordînasyona Alîkariya Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê geşedanên li Sûriyeyê li Nivîsgeha Cenevreyê ya NY’ê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Midûrê Koordînasyona Rewşa Lezgîn ya Bernameya Xidayê ya Cîhanê Samer Abdel-Jaber di civînê de axivî û got: “Ev krîzeke nû ye ku bi ser krîzeke din qewimiye. Ev şerê navxweyî di sala 2011’ê de bi serhildana gel a li dijî hikûmetê dest pê kir û hêzên herêmî û navneteweyî beşdarî wê bûn. Mixabin tevî hemû hewlên Konseya Ewlehiyê ya NY’ê û civaka cîhanî ev şer ranewestiya. Di vî şerî de bi sed hezaran kes jiyana xwe ji dest da, bi milyonan kes ji cih û warê xwe bû. Pevçûnên îro diqewimin krîza li welat diqewime kûrtir dike.”
Samer Abdel-Jaber bi bîr xist ku berî pevçûnûn dawî li Sûriyeyê hejmara kesên ku hewcedarî alîkariya lezgîn 12,9 milyon bû û ev hejmar wê di rojên pêşiya me de zêdetir bibe.
280 hezar ji warê xwe bûn
Samer Abdel-Jaber diyar kir ku ji 27’ê Mijdarê heta niha di pevçûnan de 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û ew metirsîdar in ku ev hejmar bigihêje 1’5 milyonî û wiha domand: “Li gor daneyên di destê me de ji 27’ê Mijdarê heta niha 280 hezar kes koçber bûne û ev daneya nûkirî ye. Di vê serdema dawî de ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de gihîştine asta herî bilind, kesên ku ji Lubnanê reviyane û hatine Sûriyeyê û niha jî vedigerin Lubnanê ne di nav vê hejmarê de ne.”