Partiyên Katalonyayê ji bo Rojava banga civîna lezgîn kirin

  • 15:19 5 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên Junst, ERC, Comuns û CUP ên li Parlamenta Katalonyayê li dijî êrişên li ser Rojava, banga civîna lezgîn kirin.
 
Partiyên Junst, ERC, Comuns û CUP ên li Parlamenta Katalonyayê, ji ber şer û pevçûnên dijwar ên li Rojava, ji Komîteya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn a Katalonyayê (CCAHE) daxwaza civîneke lezgîn kirin.
 
Parlementer Francesc Dalmases (Junts), Ruben Wagensberg ( ERC), Anders Garcia (Comuns) û Laure Vega (CUP) li Parlamenta Katalonyayê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Di civînê de hat gotin, “Di sala 2024’an de şerê herî dijwar tê jiyîn.”
 
Parlamenteran, destnîşan kirin ku ji bo şerê li Sûriyeyê bidest xistina Helebê ji aliyê HTŞ’ê ve destpêkirina qonaxeke nû ye û hat diyar kirin ku herêmên ku dikevin bin kontrola çeteyan her ku diçe zêde dibe û hat gotin ku ev yek rê li ber pêleke duyemîn a koçberiya mezin vedike. Parlamenter, krîz mirovî ya li herêmê bibîr xistin û bi taybetî ji bo alîkariya mirovî bang li hikûmeta Katalonyayê kirin.
 
Parlamenteran, bang li hikûmetê kirin ku bi awayekî demildest Komîteya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn bicivîne û guh bide banga alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo kampên demkî yên ji bo koçberên ku ketine rê.  
 
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Spanyayê Cengîdar Seyhdamar ê tevlî daxuyaniyê bû, destnîşan kir ku ji ber êrişên çeteyan trajediyeke mezin a mirovahiyê çêbûye û got, "Li dijî êrişên li ser gelê me, demokrasiyê û hebûna me ez banga rawestandina şer dikim. Divê hemû hêz li her devera cîhanê van êrişên li dijî mafên mirovan şermezar bikin."
 
Hevserokê Partiya Çep a li Elmanyayê (Dîe Lînke) Jan Van Aken got, "Faşîzma Tirk tevî hevalbendên xwe yên Îslamî êrişî Kurdên li Sûriyeyê dike û hewl dide wan koçber bike. Divê em projeyên demokrasiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Em ê her tim piştgiriya wan bikin. Di vê mijarê de ti dudiliyek me nîne. Divê em projeyên xwe yên demokratîk biparêzin. Divê em ji bo vê armancê bibin yek."