Dayikên Aştiyê li dijî şer dengê xwe bilind kirin
- 14:52 5 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî daxiyaniyek dan û got: "Divê di serî de her kes di avakirina aştiyê de zelal be" û daxwaza pêk anîna aştiyê kirin. olması gerekiyor" diyerek barış talep ettiklerini söyledi.
Înîsitaytîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, derbarê êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek li ber avahiya Nûnertîya Partiya Wekhev a Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya li Kanaryaya Kuçukçekmece ya Stenbolê da. Di daxuyaniyê de dawizên wekî “Jin jiyan azadî”, “Dayik aştî dixwazin" û “Ne bihuşta bin pê, em li cîhanê bihûştê dixwazin" girtin destê xwe û dirûşmên “Em şer naxwazin, aştî dixwazin”, “Ji şer re na, aştî hema niha" û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
Li ser navê înîsiyatîfê Revşan Guler axivî û got: "Daxwaza dayikan tenê pêk anîna aştiyê ye. Ji çar aliyê Rojihata Navîn şer heye. Bi destê Tirkiyeyê li hemberî Rojava şerek heye. Dayikên Aştiyê her tim li dijî her cure şerê ku li cîhanê tê meşandin têdikoşe.
Em Dayikên Aştiyê her tim alîgerê demokrasiyê bûn. Kesên ku aştiyê dixwazin dibê samîmî nêz bibe. Ne kurd ne jî tirk bila negirîn. Em aştî û serkeftinê dixwazin. Bila her kes rol û mîsyonek bigire û ji şer re bêje na. Ji ber ku şer feydeyê nade kesekî. Di siyaset, aborî û diplomasiyê de her tim daxwazên me yên azadî û aştiyê bê ziman."
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dawî li çalakiya xwe anîn.