Dayika Rûşen Bayer Zeynep Bayer jiyana xwe ji dest da

  • 14:33 5 Kanûn 2024
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Dayika Rûşen Bayer ê li Girtîgeha Tekîrdagê dîl hatibû girtin Zeynep Bayer jiyana xwe ji dest da. Zeynep Bayer jiyana xwe bi têkoşîn û berxwedana li dijî binpêkirina mafên mirovan derbas kir.
 
Dayika girtiyê bi navê Rûşen Bayer ê li Girtîgeha Tekîrdagê cezayê muebbetê lê hatibû birîn Zeynep Bayer duh ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Zeynep Bayar li gundê Boyaca yê Mêletî hat definkirin.  
 
Zeynep Bayer di sala 2019’an de beşdarî nobeda ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dabûn destpêkirin bû. Zeynep Bayer û 12 jin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê ji aliyê polîsan ve bi zextan re rûbirû mabûn. 
 
Zeynep Bayer a ku jiyana xwe bi têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan derbas kir, weke yek ji navên sembolîk ên li hemberî tundiya dewleta mêr bû.