Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê meşiyan
- 13:37 5 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê bi meşeke girseyî li ber êrîşên komên paramîlîter û dewleta Tirk ên li ser Efrîn-Şehba û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rabûn.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Dêrik û gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Kantona Firatê daketin qadan.
Bi hezaran kes li Qada Jin a Azad li hev kom bûn û heta Qada Şehîd Egîd meşiyan. Di meşê de şaxê dara Zeytûnê ku nîşaneya Efrînê ye û alên ji wêneyên Rêber Apo hatin hildan.
Meş bi dirûşmeya 'Bi berxwedana gelê Rojava û Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê, em ê dagirkeriyê têk bibin' hate lidarxistin.
Piştî ku meş gihîşt Qada Şehîd Egîd ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin.
Hevserokê Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Arif Balî li qadê axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi wê berxwedana xwe jî dagirkeriyê têk bibin.
Arif Balî got, "Berxwedana Sedsalê bi xwîna zarokê me hatiye nivîsandin, wê hîna jî bê nivîsandin û bi wê yekê jî em ê dagirkeriyê têk bibin. Em weke Rêveberiya Xweser berxwedana gelê xwe silav dikin. Cebhet El Nûsra û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hemû fermanên xwe ji Erdogan digre. Erdogan talan û wêrankirinê pêk tînin. Me seferberî ragihand û em ê jî bi wê yekê bi ser bikevin."