Jin li Peyasê dibin xwedî pîşe
- 09:46 5 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Xizmeta Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê ji bo jiyana jinan hêsantir bibe qursên pîşeyî li Bazara Keda Jinê û Mala Zanînê ya Aştiyê vekir.
Şaredariya Peyasê ji bo jin bibin xwedî pîşe, di warê aborî de tevkariyê li aboriya malê bike, bi Gerînenedetiya Xizmeta Jin û Malbatê re xebatên xwe didomîne. Li Bazara Keda Jinê û Mala Zanînê ya Aştiyê gelek jin di qursên hunerên destan û dirûtinê de perwerdehiyê dibînin û hildiberînin. Jin bi pîşeya xwe tişta ku hildiberînin, di çalakiyên Keda Jinan a ji aliyê şaredariyê ve tê organîzekirin de berhemên xwe difiroşin û tevkariyê li aboriya malê dikin.