Gel xwedî li koçberan derdikeve

  • 16:12 4 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi tevahî saziyên xwe ji bo piştgiriya koçberên ji Efrîn û Şehbayê û Helebê seferber bûye. Li gelek bajarên kantonên Firat û Cizîrê konên komkirina alîkariyan hatine vedan.
 
Piştî êrişên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ku li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhastina gel a ji bo herêmên bi ewle da. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê de dest bi veguhastina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.
 
Ev 3 roj e karwanên koçberan di deriyê El Bû Asî yê Tebqayê re derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibin. Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya koçberan seferberiya giştî îlan kir. Di vê çarçoveyê de li seranserî herêmê alîkarî tên komkirin.
 
Kobanê 
 
Ji duh ve zêdetirî 20 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê gihaştin bajarê Kobanê yê kantona Firatê. Dibe ku 200 malbatên din îro bigihêjin Kobanê.
Bi armanca destekkirina koçberan, Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Firatê konek li Qada Şehîdan a li Kobanê veda. Di heman demê de bi dehan firne, dikanên xwarinê, bijîşk, bazirgan û şêniyên bajar û gundên Kobanê alîkariyan didin. Her wiha bi sedan kesên dixwazin alîkariyê bidin hejmarên telefonên xwe li ser medyaya dîjîtal nivîsandine.
 
Hesekê 
 
Meclisa Bajarê Hesekê ji bo piştgiriya koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û Hemayê 3 konên komkirina alîkariyan vedane. Kon li nêzî Çerxerêya Agirkujiyê, Qada Suryan a li taxa Nasira û nêzî Gerînendetiya Avê ya li taxa Ezîziyê hatine vedan. Li taxa Xêwiran jî nuqteyek ji bo pêşwazîkirina alîkariyan hatiye diyarkirin. Çerxerêya Panorama ya li taxa Xiwêran jî wek nuqteyeke pêşwazîkirina koçberan hatiye diyarkirin. Ji vir koçberan vediguhêzin bajarên din ên kantona Cizîrê.
 
Çilaxa 
 
Însiyatîfa Gel a bajarê Çilaxa yê kanatona Cizîrê jî konek ji bo komkirina alîkariyan vedaye. Kon li Qada Şehîd Mahsûm a li naverasta bajar hatiye vedan, alîkariyên wekî xwarin, cil, nivîn û kel û pelên mitbaxê tên pêşwazîkirin.
 
Dêrik 
 
Bi heman armancê Meclisa Bajarê Dêrikê yê kantona Cizîr 2 kon; yek li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan û ya din li Sûka Navendî vedane.