ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 4 Kanûn 2024
  • Rojane
 
*Siyasetmedar Nursel Aydogan da zanîn ku navenda 3’emîn şerê cîhanê Rojhilata Navîn e û ji bo Tirkiye ji dîzayna nû ya hêzên navneteweyî bi bandor nebe yekane rê aştiya bi Kurdan re ye û got: “Ger çareserî bê xwestin, navnîşan îradeya gelê Kurd Îmralî ye.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku desthilatdarî di daxuyaniyên der barê pêvajoya çareseriyê de ne samimî ye û got bi tayînkirina qeyûman nakokiya van daxuyaniyan dertê holê. Jinan bi lêv kir ku divê gel xwedî li îradeya xwe derkevin û bi tevlibûna gel wê her cureyê pirsgirêkên welat bên çareserkirin. DÎMEN HEYE 
 
*Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran der barê êrîşên Tirkiye û hêzên paramîlîter yên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got di van êrîşan de berjewendiya dewletan heye û got divê nakokiyên der barê Abdullah Ocalan de bên rakirin. BI DÎMEN