Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberan banga alîkariyê kir
- 16:14 3 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşên dagirkeriyê yên komên dewleta Tirk bi dehhezaran koçber berê xwe dan heremên bi ewle. Hevya Sor a Kurdistanê ji bo gelê koçber bûne banga alîkariya lezgîn kir.
Heyva Sor a Kurdistanê der barê koçberên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên komên dewleta Tirk berê xwe dan heremên bi ewle daxuyaniyek nivîskî belav kir û banga lezgîn li mirovahiyê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“27’ê Mijdara 2024’an komên tûndrew bi desteka dewleta Tirk êrişî yek ji bajarên mezin ên Sûriyeyê Helebê kir.
Dewleta Tirk ku sala 2018’an bajarê Kurdan Efrîn dagir kiribû û sedhezaran Kurdên Efrînê koçberî hêreme Şehbayê kiribûn, ji aloziyên heyî xwest sûd bigire û plana xwe ya qirkirina Kurdên Rojava temam bike.
Hewldana qirkirina bi deh hezaran kesî hat astengkirin
Di rewşeke wiha ya xeternak de, Rêveberiya Xweser a Rojava bi awayekî lezgîn biryar da ku gelê li Şehbayê yê ji ber dorpêça leşkerên Tirk û komên tûndrew asê maye, veguhezîne deverên bi ewle.
Ev biryar her çendî rê li pêş pêleke mezin a koçberiyê veke jî, di heman demê de hewldana qirkirina bi deh hezaran kesî asteng kir. Bê guman ev pêvajoya bi êş wê bibe sedema gelek azaran, lewma di van şertên dijwar ên zivistanê de wê bi deh hezaran zarok, jin, pîr û kal ji cih û warên xwe bibin.
Destê alîkariyê dirêjî xelkê Rojava bikin
Saziya me ya alikariyê ya li Rojava Heyva Sor a Kurd ( @HeyvaKurd ) ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan, bicihkirina wan li cihên ewle û pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê xebatên xwe didomîne.
Ji ber van sedeman, em weke Heyva Sor a Kurdistanê bi awayekî lezgîn bang li mirovahiyê dikin ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî xelkê Rojava bikin.“
Di dawiya daxuyaniyê de navnîşanên alîkarî û pêwendiyan jî wiha hatine parvekirin:
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Armanca Alîkariyê: Rojava
PayPal: heyvasorakurdistan@gmail.com