Meclîsa Şaredariya Peyasê ji bo berastengdaran civiya

  • 16:08 3 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Duyemîn rûniştina meclîsa meha Berfanbarê ya Şaredariya Peyasê bi beşdariya xebatkarên berastengdaran, bi boneya 3’ê Berfanbarê Roja Berastengdaran a Cîhanê hat lidarxistin. Di rûniştinê de avakirina Gerînendetiya Xizmetê a Berastengdar û Extiyaran bi yekdengî hat qebûl kirin.
 
Şaredariya Peyasê 3’ê Berfanbarê Roja Berastengdaran a Cîhanê bi biryar girtin û çalakiyên cuda pîroz kir. Duyemîn rûniştina meclîsa meha Berfanbarê bi beşdariya xebatkarên berastengdaran hat li darxistin. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di vekirina civîna meclîsê de axivî û got: “Em weke şaredarî ji bo komên kêmdest ên weke jin, zarok, extiyar û astengdaran xizmetê her tim dikin. Kevneşopiya me ya siyasî û deklerasyona hilbijartinê ya ku di vî warî de divê bê kirin, me esas girtiye. Li ser vê ji bo xizmetek navendî bê meşandin me biryar da ku Gerînendetiya Xizmetê a Berastengdar û Extiyaran ava bikin.”
 
Gerînendetiya Xizmetê a Berastengdar û Extiyaran hat ava kirin
 
Pişt re xebatkarên berastengdar ên beşdarî civîna meclîsê bûn mafê axaftinê wergirtin û pirsgirêkên xwe anîn ziman. Di civîna meclîsê de, bi pêşnûmeya ku ji aliyê komîsyona berastengdaran a meclîsê ve hat amade kirin, bi yekdengî hat qebûlkirin ku Gerînendetiya Xizmetê a Berastengdar û Extiyaran ava bibe.