ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir

  • 16:06 3 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê ji bo berdana parastvana mafên mirovan a girtî Nîmet Tanrikulu çalakî li dar xistin û daxwaza berdana wê kirin. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran bi daxwaza berdana parastvana mafên mirovan û yek ji damezirînerên ÎHD’ê Nûmet Tanrikulu ku di 30’ê mijdarê de hatibû girtin, daxuyanî dan.  
 
Di vê çarçoveyê de li Îzmîr, Riha, Dîlok, Êlih, Îzmîr, Edene, Hatay, Mêrsîn, Enqere, Mêrdîn, Amed, Stenbol û Dêrsimê daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku şandina pereyan a ji girtîgehan re û piştevaniya bi girtiyan re sûc nîne, Nîmet Tanrikulu bi neheqî hatiye girtin, yek ji girtiyên nexweş e û divê tavilê were berdan.