Li Qamişlo ji bo koçberan kampanya alîkariyê hat destpêkirin

  • 11:59 3 Kanûn 2024
  • Rojane

  
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştgirî û alîkariya koçberên ji Şehbayê derbasî herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombenda Efrîn a Civakî li Qamişlo dest bi kampanya komkirina alîkariyan kir. Bang li her kesî kirin ku xwedî li miletê xwe derkevin.
 
Êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Heleb û gundewarên dewam dikin. Di nav çend rojan de gelek binpêkirinên li dijî sivîlan ji aliyê çeteyan ve tên kirin û çend welatiyên Kurd û Êzidî hatin qetilkirin. Meclisa Gel a Şehbayê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo ewlehiya gel biryar dane ku ji herêma ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, berê xwe bidin herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser. 
 
Piştî êrişên dawiyê, koçberên Efrînê, şêniyên Til Rifetê û gundewarên li derdora Helebê bi giştî 200 hezar kesên ku bi êrişên dewleta Tirk ên 2018’an li ser Efrînê pêk anîn koçber bûbûn, ji bo ewlehiyê berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Duh, yekem karwanên koçberên ji gundewarên bakurê Helebê gihîştin bajarê Tebqayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. 
 
Kombenda Efrîn a Civakî li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo alîkariya koçberan dest bi kampanya komkirina alîkariyan kir. Endama Kombenda Efrîn a Civakî Fîdan Cuma têkildarî kampanya ji ajansa NûJINHA'yê re axivî.
 
Fîdan Cuma da zanîn ku ji duh de kampanyaya xwe ya ji bo alîkariya koçberên Efrîn ragihand û wiha pê de çû: “Me ji bo gelê xwe yê Efrînî yên ku ji anha ji Şehba berê xwe didin Tebqayê alîkarî kom dikin. Ji duh de gelek kes berê xwe didin saziya me û alîkarî pêşkêş dikin. Helbet ev alîkarî a bi cil, berg, pêdiviyên sereke yên jiyanî û diravan li gorî hêza kesên ku alîkarî didin.”
 
‘Xwedî li gelê xwe derkevin’
 
Fîdan Cuma bang li hemû şêniyan kir ku alîkariya gelê Efrîn bikin û wiha bi dawî kir: “Ev alîkariyên têne komkirin dê li ser koçberên Efrîn ên anha li Tebqa û Reqa bi cih bûne werin belavkirin. Di heman demê de hin malbat hene yên ku berê xwe didin Qamişlo, em ê ji bo wan jî alîkarî bikin. Rewşa ku gelê Efrîn tê re derbas dibe zehmet e di vê sermayê de û pêwsît e em hemû bibin yek û alîkariyê pêşkêş bikin.”