ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 3 Kanûn 2024
  • Rojev
 
*Hevseroka MEDYA-DER’ê Emîne Dîkmen Irgat bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got, “Divê em xwedî li saziyên xwe yên ziman, çand û zimanê xwe derkevin. Eger ku em zimanê xwe neparêzin,  dê zimanê me wê ji holê rabe û wendabûna zimanê me tê wateya tunebûna me.” DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û hat girtin, diyar kir ku armanca sereke ya ku ew dixwazin bi hevşaredariya xwe pêk bînin ew e ku destkeftiyên jinan derxînin pêş. Bîrsen Orhan jinên ku li dijî qeyûman li berxwedidin jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî"silav kirin.  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka MATUHAY-DER'ê Dîlek Demîr, derbarê kampanyaya şandina pereyan a ku dê di 9'ê Kanûnê de li Herêma Marmarayê bidin destpêkirin û got:  "Şandina pereyan ne sûc e. Pereyê ku tê şandin diçe kaseya dewletê. Ji ber vê yekê eger ev sûc be, sûcdar dewlet e." BI DÎMEN