'Li dijî tundiya mêr dewletê berxwedan divê'

  • 13:51 2 Kanûn 2024
  • Rojane
 
AMED - DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, di daxuyaniya xwe ya der barê şîdeta li ser jinê ya 25'ê Mijdarê de, bal kişandin ku 169 jin hatine binçavkirin û bang li jinan kirin ku li dijî tundiya dewleta mêr li ber xwe bidin. 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, têkildarî tundiya li ser jinê li Komeleya Jinan a Rosa daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku endamên torê beşdar bûn ji aliyê endama Komeleya Jinê ya Rosayê Nurşen Kendal ve hat xwendin.
 
Bal kişandin ser tundiyê
 
Ruşen Kendal diyar kir ku 25'ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hatiye îlankirin û anî ziman ku bi biryarên saziyên îdarî yên polîsan li jinan tundî tê kirin. Ruşen Kendal da zanîn ku ew bi raporkirina şîdeta ku her sal li bajaran li jinan tê kirin, armanc dikin ku hem raya giştî hem jî saziyên pêwendîdar ên dewletê hişyar bikin. Ruşen Kendal got, "Dema ku em li panoramaya 25'ê Mijdarê ya li bajaran dinêrin, bêtehamuliya li dijî mafan a ji bo lidarxistina çalakî û meşan, hişt ku em bibînin tundiya ku em li dijî radiwestin, çiqasî tê teşwîkirin. Ji ber ku di meşa ku di 25'ê Mijdarê de li Amedê pêk hat, ji me re hat ragihandin ku li gelek jinan bi awayê dekî û fizîkî tundî hatiye kirin ku li Stenbolê jî li jinan heman zext hatine kirin. Li Ser Jinê. “Li navçeya Beyogluyê dîmenên dişibin Rewşa Awarte pêk hatin û bi tundî û binçavkirinan li gelek jinan tundî hat kirin.
 
Bi sedan jin hatin binçavkirin
 
Nurşen Kendal da zanîn ku 169 jin hatine binçavkirin û 3 jinên koçber jî li navenda vegerê hatine hiştin û wiha got: “Em bang li rayedarên desthilatdariya siyasî dikin ku weke pêwîstiya azadiya raman û derbirînê û prensîbên hiqûqa demokratîk; Tavilê dev ji helwest û polîtîkayên neqanûnî berdin."
 
'Şer ji sala 2011'an û vir ve dewam dike'
 
Nurşen Kendal da zanîn ku şerê ji sala 2011’an û vir ve li Sûriyeyê didome û li dijî şîdeta dewleta mêr tê gotin, em bi rûyekî nû yê şerê li Sûriyeyê re rû bi rû ne û berdewam kir, “Hêzên çete ku bi taybetî li Helebê  zêde bûne, jin kirine hedefa xwe. Em bang li mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî dikin ku hesas bin û ji bo ku aştiya gerdûnî were pêkanîn li dijî hemû amûrên şer ên ku di nav de tacîz, destavêtin, komkujî û dagirkerî heye bi lez tevbigerin."
 
Bang li jinan kirin 
 
Nurşen Kendal destnîşan kir ku avahiyên netew-dewlet ên bi serdestiya mêr serhildana jinê ya "Jin, jiyan, azadî" berovajî kirine û got, "Ev serhildana li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan, îro li tevahiya cîhanê bûye dengê berxwedan û têkoşînê. Sedema ku tundiya mêr-dewletê ya li hemberî jinên ku di 25'ê Mijdarê de dadikevin kolanan jî nîşan dide ku çiqasî ji vî dengî û serhildanê ditirse. Me bi berxwedana xwe ya 25'ê Mijdarê ya mezin li Amedê xwest yên dixwazzin dirûşma "Jin jiyana azadî" qedexe bikin, bibin bersiv." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.