Kongra Star: Em têkoşîna li dijî dagirkeriyê mezin bikin
- 13:26 2 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Meclîsa Kongra Star têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirkirn û dagirkeriyê bang kir.
Meclisa Kongra Star der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şer, alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn bandoreke neyînî li rewşa civak û gelan, di serî de jin û zarokan, dikin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi geşedanên li Helebê, hilweşandina hêzên hikumeta Şamê û êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrîn-Şehbayê hate kirin û hate gotin ev rewş encama lihevkirinên hêzên destwerdêrên Sûriyeyê û nebûna çareseriyeke siyasî û nepêkanîna biryara 2254'an e. Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: "Tişta din a ku rewş gihandiye vê astê hikumeta Şamê bi xwe ye. Şam diyalogan qebûl nake û bersiva beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kiriye nade. Di encama vê yekê de rê li ber qirkirineke komî vekiriye.
Yên herî zêde sûdê ji vê rewşa Sûriyeyê werdigire dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide sûdê ji rewşa heyî wergire da ku armancên xwe yên mêtîngerî, guhertina demgorafî û pêkanîna Mîsaqî Millî pêk bîne. Ji bo van armanca jî pêk bîne çareseriyên demokratîk lawaz dike û hewl dide destkeftiyên gelê me û şoreşa jinan têk bibe û berxwedana pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Çerkes û Tirkmen ji holê rake.
Li hember van tevlihevî û şeran, wekî gelê herêmê, bi taybetî wek jin divê em xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bikevin tevgerê, xweparastinê pêş bixin, gel, welatê xwe û nirxên civakî biparêzin. Ji baweriya bi nixê jiyana azad a birûmet berxwedan û têkoşînê di hemû astan de geş bikin.”