Li Navenda Jinan a Peyasê 54 serlêdanên tundiyê hatin kirin
- 09:59 2 Kanûn 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Der barê navenda jinan a herî dawî li Peyasê hat vekirin de jinan diyar kirin ku 54 jin bi sedema şîdetê serî li navendê dane. Jinan diyar kirin ku dê bibin yek û bi jinan re qadên awle avabikin.
Li Kurdistan û Tirkiyê qetlîamên li ser jinan roj bi roj zêde dibin, qetlîamên jinan wek “qirkirin” tê binavkirin. Şaredariyên Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevî tayînkirina qeyûm û astengkirina xebatan ji bo jinan xebatên alternatîf pêş dixin. Yek ji van jî Şaredariya Peyasê e. Şaredariyê herî dawî li Peyasê navendeke jinan vekir.
Jinên ku di Navenda Jinan de berpirsin ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya navendê.
Gunay Yakut wiha bal kişan ser xebatên ku tên kirin: "Em weke navenda jinan li gel hişyarî û li qadan xebatan jî dikin. Em ji meha tebaxê û vir ve li vir dixebitin. Heta niha 54 jin ji ber şîdetê serî li navendê dan. Em navendek in û ger ku hewcedariya wan bi stargehê hebe em wan di rêyek rast de bi rê ve dibin û piştgiriya psîkolojîk didin wan. Bi lêkolînên qadê em raporan amade dikin û li vir xebatan didin meşandin. Em caran di çarçoveya xebatan de bi jinan re tên cem hev û piştevaniyê dikin."
Banga piştevaniyê
Gunay Yakut, da zanîn ku ne tenê li navenda bajêr dê li her qadê xebatan bidin meşandin û wiha bi lêv kir. "Armanca vekirina navendê jî 8 sal beriya niha navendên jinan ên şaredariyên me hebûn. Lê dema qeyûm hat tayîn kirin ev navend hatin girtin. Em niha carek din hewl didin ku navendên ku hatine girtin carek din vekin û piştevaniya di nava jinan de li pêş bixin. Ev xebatên ku em dikin dibe sedem ku di nav bera jinan de bêtir têkiliyek xurt derkeve. Em jin dê bi civin û piştevaniyê mezin bikin û li dijî şîdetê têbikoşin. Em carek din bang li jinan dikin ku bila piştevaniya me bikin."
'Em dixwazin xizmetê bidin'
Ebru Demîr li Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasê dixebite û da zanîn ku ji bo jinan vekirina navendên bi vî rengî girîng e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji bo piştevaniyê ev navend girîng in lê belê ji bo parastina jinan a li dijî şîdetê jî ev navend taybet in. Em hewl didin ku alîkariyê bidin jinên ku bi şîdetê re rûbirû dimînin. Em hewl didin ku her cure xizmetê bidin jinan. Em wek şaredarî hewl didin ku ji bo jinan qadên bi ewle biafirînin. Niha li navendê 2 şêwirmend, derûnînasek heye û em perwerdeyên cuda jî didin jinan.
'Hûn ne bi tenê ne'
Psîkolog Rûken Esen, daxuyand ku hewcedarî bi navendên wisa hene û got: "Ger xebatên qadê û ger jî di xebatên atolyeyan de jin daxwazên xwe tînin ziman. Alîkariya derûnî dixwazin. Em dikarin bi van xebatan piştevaniya wan jinan bikin. Gelek caran jinên ku tên li vir agahiyan wan ji xebatên me nîne. Em rê û rebazan nîşanî wan didin. Em ji wan re dibêjin bila tevlî perwerdê û atolyeyan bibin ku bi hêz bibin û hêza xwe mezin bikin. Ya bi rastî em ji wan re dibêjin 'Hûn ne bi tenê ne'."