Ji Amedê ji bo aştiyê bang kirin
- 16:49 1 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku Tirkiye ji bo tunekirina kurdan tifaqê bi çeteyên cîhadîst re dike û wiha got: “Di çareseriyê de muxatab diyar e. Tecrîdê rakin û dest bi muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re bikin.”
Bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî operasyonên binçavkirinê, girtin û tayînkirina qeyûman li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê ya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî hat dayin. Hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji binçavkirin, girtin û qeyûman re na, ji aştiyeke birûmet re erê” hate hilgirtin. Polîsan rê bi wesayîtên bizirx girtin û bi hinceta “trafîkê” dan zorê ku derkevin ser payerêyê. Li dijî vê zextê beşdaran bi dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bertek nîşan dan.
Dema Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diaxivî, polîsan ji bo çalakvanan anonsa “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 2911 a Civîn û Xwepêşandanan” kir. Gurbuz, bertek nîşan da û wiha got: “Hûn çi dixwazin bikin lê cihê vê di qanûnan de nîne. Polîs li ser fermanan hewl didin hêza gel bişikînin. Ev gel, hêza xwe ji rastiya xwe digire.” Di vê navberê de polîsan dîsa gotina Gurbuz qut kir û li ser vê yekê girseyê dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kir.
'Em ê qeyûman biqewirînin'
Gurbuz, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd çawa di 31’ê Adarê de şaredarî ji qeyûman standibe û xistibe xizmeta gel, em ê bi şaredariyên xwe pergala van a qirêjî tune bikin. Hûn bi bêhiqûqtiya xwe di bin hukmê AKP-MHP’ê de ne. Em tecrîdê qebûl nakin. Em ê tecrîdê bişikînin û qeyûman ji Kurdistanê biqewitînin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî got ku heke daxwazeke ji bo aştiyê hebe, divê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.
Hevberdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Faruk Budak jî bal kişand ser girtin û binçavkirinan û xwest kesên binçavkirî tavilê bên berdan û dê berxwedana wan bidome.
'Pêvajo 100 sal in didome’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Ev pêvajoya dîrokî 100 sal in didome. Ji nişka ve derneket holê. Rastî êdî xwe ferz dikin û di dawiya dawî de dê ji bo gelan û bindestan aştî, xwişk-biratî û azadî were vê xakê. An dê bi hev re tune bibin an jî dê biryara jiyaneke wekhev, adilane û birûmet bidin. Daxwaza me jiyaneke adilane û birûmet e. Ne çekên we ne jî tenak û topên we dê nekarin van daxwaz û hestên me tune bikkin. Dê gelê me serî li ber we netewîne.”
Hatun, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û ev tişt anî ziman: “Derqanûntî, derhiqûqtî karê xespkaran e. Xespkirina vîna gel bi xwe ye. Ez qeyûm tenê bi gotinekê pênase bikim; qeyûm, ‘qeyûm ewqas diz in ku çavberdane cilbûbergên xebatkarên agirkujiyê yên naşewitin.’ Heke kesekê wiha dike diz, derewker û alçax nebe wê demê çi ye? Ev dizek dikarin çi bidin vî bajarî? Hûn çawa van diparêzin? Ka wijdana we? Em ê rê nedin van diz, derewker û alçaxan.”
'Bi brêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî operasyonên tên domandin weke “domandina qirkirina kurdan” nirxand û wiha got: “Tekane sûcê hevalên me yên bi qirkirina siyasî hatine girtin, kurdbûna wan e. Li rexekî qala çareseriyê dikin li rexa din mafên bijartin û hilbijartinê yên gelê kurd tune dihesibînin. Em vê qebûl nakin. Em ê mafên xwe nedin qeyûmên dizek. Ji bo ev gel nekare xizmetê bigire, hevşaredar bi îdiayên derew ji peywirê tên girtin û nahêlin şaredarî bixebitin.
Tirkiye ji bo tunekirina kurdan li hundir û derve bi çeteyên cîhadîst re hevkariyê dike. Êdî vê bi dawî bikin. Çareserî zelal e. îradeya gelê kurd zelal e. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Tavilê tecrîdê rakin û dest bi muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re bikin. Cînayetên jinan, ên zarokan û tayînkirina qeyûman, encama polîtîkayên şer û neçareseriyê ne. Em jî dibêjin ku çareserî û muxatab diyar e. Çareserî li Îmraliyê ye. Tavilê hevdîtinan bidin destpêkirin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.