ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 28 Mijdar 2024
  • Rojev
 
* Seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê kampanyaya piştevaniya ji bo girtiya nexweş Hatîce Onaran hatiye destpêkirin axivî û wiha got: “Her kes ji bo xizmên xwe, zarokên xwe, hevalên xwe û dostên xwe pere bişînin dikare ev pêkanîn vala bê derxistin. Me jî bo valaderxistina vê pêkanînê û teşhîrkirinê xebatek wisa da destpêkirin.” BI DÎMEN 
 
*Berdevka TJA’yê ya Bedlîsê Sureyya Aydin derbarê polîtîkayên qeyûm de nirxandin kir û wiha got: “Desthilatdariya bersiva dixwaze ji Birêz Ocalan negirt, dest bi êrişên li hember Rojava kir. Piştre êrişê destkeftiyan kir. Desthilatdarî ket zorê. Bi vî awayî jî dixwaze bi qeyûman xwe bide jiyîn.” BI DÎMEN 
 
*Jinên li qada meşa 25’ê Mijdarê der barê hewldana qedexekirina dirûşma ‘jin jiyan azadî’ de ji mîkrofonên me re axivîn û diyar kirin ku tu girîngiya qedexeyê tune ye û wiha gotina: “Heta em hebin wê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ hebe. Zîhniyeta serdest ji wateya ‘jin jiyan azadî’ ditirse. Ji Arjantînê heta Hîndîstanê ji Hîndîstanê heta Îranê ‘jin jiyan azadî’ li ser zimanê jinê ye.” BI DÎMEN 
 
*Wekila Hevserokên Koma DEM Partıyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku serlêdana ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo îqtdarê testa samîmiyetê ye û anî ziman ku divê tecrûbeyên 2013 -2015'an li ber çav bên girtin. Tespîta me ya bingehîn ew e ku em têkoşîna aştiyê civakî bikin. Divê meseleyeke wekî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd jî ji însafa îqtîdarê re neyê hiştin. DÎMEN HEYE