Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê: Hevalên me berdin
- 18:55 27 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 15 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê der barê binçavkirina rojnamegeran de daxuyaniyek dan û gotin: “Rojnamegerî esasek civaka demokratîk ya dest jê nayê bedanê ye, divê ji zexta siyasî bê parastin. Divê demidlest dawî li polîtîkayên zextê ya li ser rojnamegeran bê.”
Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran ya di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê daye destpêkirin hatin binçavkirin didome. 15 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê daxuyaniyek hevar dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Amedê rojnameger Roza metîna û Ahmet Subul; li Stenbolê Erdogan Alayumat, Bîlge Aksu, Tugçe Yilmaz, Suzan Demîr û Serap Guneş; li Êlihê Mehmet Uçar; li Enqereyê Bîlal Seçkîn hatine binçavkirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di operasyonê de her wiha helbestkar Hîcrî Îzgoren, kordînatorê weşanxaneyên Bawer Yoldaş, karîkatorîst û rojnameger Dogan Guzel û wergervan Omer Barasî, akademîsyen û nivîskar Abdurahman Aydin, wênekêş Emrah Kelekçîer û derhêner Ardîn Dîren û ligel gelek hunermendan siyasetmedar û parêzvanên maf hatine binçavkirin.”
‘Dawî li tacîza sîstematîk bînin’
Di daxuyaniyê de balkişandin ser daxuyaniya wezîrê karê hundir Alî Yerlîkaya ya li ser çapemeniya civakî platforma X û wiha daxuyand: “Destur nedan parêzer bi rojnamegeran re hevdîtinê bikin. Bi hinceta ‘biryara sînorkirinê heye’ der barê lêpirsînê de agahî nedan parêzeran. Der barê binçavkirinan û operasyonê de girtina agahiyan, nîşaneya zêdebûna tehdîdane.Divê hukmên Qanûna çapemeniyê, destura bingehîn ya Tirkiyeyê, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bên cih û demildest dawî li zextên li ser rojnmegeran bê anîn. Em vexwendiyê parastina zadiya fikr û ramanê ya hemû rojnamegeran dikin.”
Yên îmze avêtine
Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS),Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD), Cemiyeta Rojnamegeran (GC), DİSK Basin-İş, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, Haber-Sen, Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê, , Freedom House, Komeleya Çapemeniyê ya Herêmî ya Amedê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), ARTICLE 19,Navenda Azadiya Çapemeniyê ya Ewropayê (ECPMF), Komeleya Rojnamegerên Jin, Cemiyeta Rojnamegerên Başurê Rojhilat,Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Konfederasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ)