Konferansa li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ destpê kir

  • 11:34 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Kongra Star a li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi dirûşma "Çareseriya pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye" destpê kir.
 
Konferansa Kongra Star a li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi dirûşma "Çareseriya pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye" destpê kir. Konferans li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîre ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. 100 delegeyên ji sazî û rêxistinên jinan beşdarî konferansê bûn.
 
Konferans piştî yek deqe rêzgirtinê destpê kir. Paşê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftina vekirinê kir.
 
Rîhan Loqo bal kişand komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1999’an li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pêkanîn û wiha got: “Ji bo ku gel li tevahi cihanê bi nasnameya xwe bijîn Rêber Apo 26 sal li hember hişmendiya desthilatdar berxwedanek bê hempa dide meşandin. Berdewamkirina tekoşîn û berxwedanê encamê serkeftinê ye. Bi rihê tekoşîn û berxwedaniya Îmralî serkeftinên mezin li Rojhilata Navîn were destxistin."
 
Pergala îşkence ya Îmraliyê
 
Rîhan Loqo bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û got: “Dewletên hegemon bi tecrîd û pergala işkence û qirkirina li imraliyê dixwazin rê li ber felsefeya azad bigrin û ronahiya ku rê dide civakê bigre. Tecrîd ne di zagonekî mirovî de ye û bi hicet û hişmendiyên qirker tecrîdê ferz dikin. Bi vê yekê naxwazin krîza li Rojhilata Navîn were çareserkirin. Dewletên hegemon baş dizanin kilîta çareseriya krîzan li gel Rêber Apo ye.”
 
Jin ji bo nîqaşa li ser Sosyolojiya Azadiyê hatin ba hev
 
Rîhan Loqo wiha domand: “Konferansa me jî bi armanca ku em ji bo Sosyolojiya Azadiyê nîqaş bikin hatin ba hev û encamek baş derxînin. Em di vê Konferansê de komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin û bi rêxistinbûyîn û pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo komployan vala derxinin. Qirkirina jinan, dagirkeriya herêmê û vala derxistina komplo dê bi hevgirtin, îrade û hezkirina jinan were vala derxistin."
 
Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan berdewam dike.