‘Divê hevşaredariya Viyan Tekçe bê nasîn’

  • 21:54 27 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê didome. Di çalakiyan de banga ‘Bila hevşaredariya Viyan Tekçe ya ku meclîsa şaredariyê hilbijartiye bê nasîn.”
 
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bê nasîn.
 
Edene
 
Rêxistina DEM partî a Edenê li qada Beşocak xespkirina îradeyê protesto kir. Girseya ku polîsan dora wan girt dirûşmeyên ‘wê qeyûm biçin em ê biserkevin’, ‘Em ê bi berxwedanê biserkevin’ berz kirin.
 
Hevserokê DEM Partî ya Edenê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî û da zanîn ku desthilatdarî li dijî îradeya gel sûc dike û got: “Ya hatiye xespkirin îradeya bi mîlyonan Kurdiye. Ya hatiye xespkirina demokrasiye. Darbe li daxwazên aştî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê hatiye xistin. Em li dijî êrîşên ne qanûnî û rewa her tim di berxwedanê de bûn û wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Piştî daxuyaniyê girseyê bi dirûşmeyan çalakî bidawî kir.
 
Enqere
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê li Kolana Sakaryayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarata ‘şaredarî yên me ne em destur nadin xespkirinê’ vekirin.
 
Berdevka Jinan a DEM Partî ya Enqereyê Nebabahat Çalpan daxuyanî xwend û da zanîn ku hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş dijhiqûqî hatiye girtin. Nebahatê da zanîn ku divê hevşaredariya Viyan Tekçe ku meclîsa şaredariyê hilbijartiye bê nasîn.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.