‘Divê hevşaredariya Viyan Tekçe bê nasîn’ 2024-07-27 21:54:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê didome. Di çalakiyan de banga ‘Bila hevşaredariya Viyan Tekçe ya ku meclîsa şaredariyê hilbijartiye bê nasîn.”   Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bê nasîn.   Edene   Rêxistina DEM partî a Edenê li qada Beşocak xespkirina îradeyê protesto kir. Girseya ku polîsan dora wan girt dirûşmeyên ‘wê qeyûm biçin em ê biserkevin’, ‘Em ê bi berxwedanê biserkevin’ berz kirin.   Hevserokê DEM Partî ya Edenê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî û da zanîn ku desthilatdarî li dijî îradeya gel sûc dike û got: “Ya hatiye xespkirin îradeya bi mîlyonan Kurdiye. Ya hatiye xespkirina demokrasiye. Darbe li daxwazên aştî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê hatiye xistin. Em li dijî êrîşên ne qanûnî û rewa her tim di berxwedanê de bûn û wê têkoşîna xwe bidomînin.   Piştî daxuyaniyê girseyê bi dirûşmeyan çalakî bidawî kir.   Enqere   Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê li Kolana Sakaryayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarata ‘şaredarî yên me ne em destur nadin xespkirinê’ vekirin.   Berdevka Jinan a DEM Partî ya Enqereyê Nebabahat Çalpan daxuyanî xwend û da zanîn ku hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş dijhiqûqî hatiye girtin. Nebahatê da zanîn ku divê hevşaredariya Viyan Tekçe ku meclîsa şaredariyê hilbijartiye bê nasîn. Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.