Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir

  • 13:28 27 Hezîran 2024
  • Rojane
ir
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît kuştina 10 jinan a di nava 5 rojan de ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî pirs kir. 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît têkildarî kuştina 10 jinan a di nava van 5 rojan de bir rojeva Meclisê. Gulistan pêşniyaznameya bi daxwaza ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mhaînûr Ozdemîr Goktaş bibersivîne, jê re şand. Gulistan di pêşniyaznameyê de pirs kir ka gelo kuştina 10 jinan a di 5 rojan de ka di rojeva desthilatdariyê de an na. Gulistan gelek pirs ji wezîrê kir û xwest kuştina jinan were ronîkirin û pêşî lê bê girtin.