Ji bo mîtînga li Qada Kartalê bang

  • 21:42 26 Hezîran 2024
  • Rojane
STENBOL- Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo mîtînga  wê di 29’ê hezîranê de li Qada Kartalê pêk bê, li Mecidiyekoyê belavok belavkirin.
 
Bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê, li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariya Colemêrgê wê di 29’ê Hezîranê de bi dirûşmeya ‘em ji bo azadî û keda xwe destur nadin qeyûman’ wê li Qada Kartalê mîtîngê pêk bînin. Hêzên ked, Aştî û Demokrasiyê li rawestgeha metrobusa li Mecidiyekoyê belavok belavkirin û gel vexwendiyê mîtîngê kirin.