Leyla Teymur bi girseyî hat pêşwazîkirin

  • 18:40 26 Hezîran 2024
  • Rojane
SÊRT- Leyla Teymur ya ku 8 sal şûnde ji girtîtgeha Jinan a Tarsûsê hat tahliyekirin, bi girseyî hat pêşwazîkirin.
 
Leyla Temmur ku di 12’ê Sibata 2017’an de li Rihayê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin ha tahliyekirin. Leyla ku ji girtîgeha jinan a Tarsûsê tahliye bû, di têketina Sêrtê de bi girseyî hat pêşwazîkirin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Tevgera jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) A Sêrtê, rêxistinên DBP û Dem Partiyê Leyla Teymur pêşwazî kirin.
 
Leylayê yek bi yek silav da û spasiyên xwe kir.