Li Şehbayê kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê hat şermezarkirin

  • 14:57 26 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jin a Efrîn-Şehba li dijî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li herêmên dagirkirî daxuyanî da.
 
Li wargeha Serdem a navçeya Ehdas Şehbayê li dijî kiryarên dewleta tirk û komên komên girêdayî wê yên li Efrîna dagirkirî û bûyera herî dawî ku ji aliyê çeteyek ve destdirêjî li zarokek keç hatibû kirin li gundê Kibêşîn a navçeya Şêrewa Desteya Jin a Efrîn-Şehba daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hemû jinên sazî û dezgehên li herêmê beşdar bûn. 
 
Daxuyaniya ku ji aliyê endama Meclisa kantona Efrîn-Şehba Şîlan Şêxo ve hate xwendin wiha ye:
 
“Weke tê zanîn ku herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin hemî binpêkirin û destdirêjî di wan herêman de tê meşandin. Bi zanabûn ev kiryarên qirêj tên kirin û sûcdaran bê hesab berdidin, ji ber vê jî rojane  bi berdewamî sûcên dijmirovî di herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin tên kirin. Herî daw? jî destdirêjî li ser jinan pêk tên û piştre jî dixin zindanan û çarenûsa wan ne diyar in.
Mînaka van sûcan dûrî exlaqê mirovahiyê ye, beriya du rojan destdirêjî li ser zarokek keç ji aliyê çeteyekî ve hat kirin bêyî ku hesab jê bê xwestin hat berdan. Ev jî bûye sedem ku herêm kirine herêmên ne ewle û jiyana mirovan û bi taybet jinan di metirsiyê re derbas dibe. Ji ber ev herêm bi zihniyeta mêrperest tên meşandin lewma qetilkirina jinan ji xwe re helal dibînin.
 
Li heremên dagirkirî binpêkirinên li dijî jinan zêde dibe
 
Di van herêman de jin û zarokên keç bûne qurbaniyên van zihniyet û kevneşopên paşverû û mêrperest. Bin navê namûsê weke sûcdar jinan qetil dikin. Ruxmî ku em di sedsala 21’ê de dijîn lê binpêkirin û kiryarên dijmirovî li dijî jinan, zarokan bi hemû awayan tên meşandin. Em weke jin ên di hemû sazî û tevgerên jinan de van kiryaran bi giştî şermezar dikin û sûcên li dijî zarokên keç û jinan red dikin. Em bangawaziya civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku mudexele bikin û van kiryaran demildest bisekinînin."