'Em ê nehêlin kesek vîna jina kurd têk bibe'

  • 12:10 26 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli daxuyaniya li dijî destdirêjiya li keça 17 salî hat kirin a Rêxistina Sara ya Helebê bûn wiha gotin:"Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê û heta roja me ya îro jin û zarokên Efrînê bi destê çeteyên girêdayî dewleta tirk bi tundî, kuştin, revandin, tecawizkirin û îşkenceyê rû bi rû dimînin. Îşkenceya derûnî jî li wan tê kirin. Dixwazin vîna jinên kurd têk bibin û bi tunekirina jinan civakê tune bikin. Lê belê em ê kesekê nehêlin vînan jinên kurd têk bibin. "
 
Duh yek ji çeteyên Şam ên girêdayî dewleta zarokek Kurd a 17 salî ya ji xelkê Kibêşînê ya navçeya Şêrewa a girêdayî kantona Efrînê revand. Piştî revand destdirêjî lê kir. Piştre ew vegerand malê. Keça 17 salî tecawiz lê hat kirin ji aliyê derûniyê ve ne baş e û hat xwestin ji aliyê malbatê ve bê kuştin lê belê gundiyan nehiştin. Li dijî vê bûyera revandin û destdirêjiyê Rêxistina Sara ya bajarê Helebê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Gelek welatî sazî û dezgeh tevli daxuyaniyê bûn. Jinên tevli daxuyaniyê bûn axivîn. 
 
'Dixwazin vîna jinên kurd têk bibin'
 
Ji Rêveberiya Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Perîşan Reşîd axaftina xwe derbarê bûyerê de kir û wiha got:"Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê û heta roja me ya îro jin û zarokên Efrînê bi destê çeteyên girêdayî dewleta tirk bi tundî, kuştin, revandin, tecawizkirin û îşkenceyê rû bi rû dimînin. Îşkenceya derûnî jî li wan tê kirin. Dixwazin vîna jinên kurd têk bibin û bi tunekirina jinan civakê tune bikin. Lê belê em ê kesekê nehêlin vînan jinên kurd têk bibin."
 
Zihniyeta baviksalar a di nava civakê de 
 
Di dewamiya axaftina xwe de Perîşanê behsa bûyera herî dawî a tecawizkirina keça 17 salî kir û wiha got:"Herî dawî li gundê Kibêşînê yê girêdayî navçeya Şêrewa a kantona Efrînê keçek 17 salî hat tecawizkirin. Ma sûcê wê çiye û mafê kê ye ku tecawizî wê bike? Lê belê xwestin zaroka keç a tecawizî wê kirine, bidin ber kuştinê. Di bin navê paqijkirina şeref û namûsa malbatê de ev yek jî dide xuyakirin ku heta roja me ya îro zihniyeta baviksalar di nava civaka me de heye."
 
'Êşa tundiya li ser jinekê para me hemiyan e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Perîşanê got:"Dema jinek tundî li ser tê meşandin ew êş dibe para me jinan hemiyan. Lewma em weke Rêxistina Sara ji bo bidawîkirina zihniyeta baviksalar a desthilatdar û ji bo pêşî li tundî û îşkenceya li ser jinan bigirin, em ê têkoşîna xwe hîn bilind  bikin." 
 
'Yên ku herî zêde ji zextên dagirkeriyê para xwe girtin jin û zarok in'
 
Di heman demê de ji Rêveberiya Qada Civakî ya bajarê Helebê Xedîce Korekcî jî axaftina têkildarî dewamkirina tundiya li ser jinê kir û wiha got:"Ev bûyera tecawizkirina keçek 17 salî ya bi destê çeteyên dewleta tirk bi tundî em şermezar dikin.  Ev jî ne cara yekem e ku tecawizî jin û zarokên me dikin. Ji roja ku bajarê me Efrîn hat dagirkirin bi xwe re ev hemî kiryarên hov anî û heta roja me ya îro berdewam dike. Yên ku herî zêde ji dagirkeriyê para xwe girtin jin û zarok in. Ew ji hemî cure tundiyê re derbas bûn û dibin. Ev yek jî rastiya zihniyeta desthilatdar a dewleta tirk derdixe holê."
 
Di dawiyê de Xedîceyê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li dijî tundiyê bilindtir bikin da ku ew li hemberî vê zihniyeta kevinperest a mêrê desthilatdar bibin bersiv.