Li mala şînê bertek nîşanî walî dan

  • 16:10 23 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û şandeya pê re tevli şîna li gundê Kelekê bûn. Welatiyan bertek nîşan dan û walî neçar ma ku ji mala şînê derkeve. 
 
Şînên ji bo kesên di şewatên li Çinara Amedê û Şemrex a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan didomin. Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û Parlamenterê AKP’ê Faruk Kiliç çûn serdana şîna li gundê Kelekê yê Şemrexê hatiye danîn. Şêniyên gund bertek nîşanî Tuncay Akkoyun û Faruk Kiliç dan. Di navbera Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û walî  de nîqaş derket. Welatiyan jî bertek nîşanî Walî dan.  Walî û şandeya pê re ji mala şînê hatin derxistin. Bi zêdebûna bertekan re Warlî û şandeya pê re neçar man ku ji qadê derkevin.