Çalakiya 'Deng bi de azadiyê' bi biryardarî didome

  • 16:05 23 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di çalakiya "Deng bide azadiyê" hat diyarkirin ku tecrîda li girtîgehan li tevahiya welat belav bûye û hat gotin ku ew ê li dijî pergala ku mafên mirovan binpê dike têkoşînê mezin bikin.
 
Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin, dewam dikin.  Di vê çarçoveyê de li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan çalakiya “Bibe dengê azadiyê” hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Îzmîrê Îbrahîm Akin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn û pankarta pankarta bi nivîsa "Ji bo aştiya civakî û rakirina tecrîdê deng bide azadiyê " hat vekirin. 
 
Piştî polîsan destûr neda çalakiya li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, çalakî  li Bakirkoyê Li baxçeyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sadî Konuk hat lidarxistin.
 
Tecrîd li seranserê welêt belav bû
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin li vir axaftineke kurt kir û bal kişand ser girîngiya çalakiya "Deng bide azadiyê" û got, "Bi dehan hevalên me li girtîgehan berxwedanê dimeşînin. Em careke din dibînin ku rakirina vê tecrîdê û pêkanîna azadî, aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê çiqas girîng e. Ji ber ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan, li tevahiya welat belav bûne."
 
Girîngiya têkoşînê
 
Îbrahîm bal kişand ser wê yekê ku ew ê li her qadê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin û got, “Tecrîd feraseteke ku mafên mirovan, mirovahiyê û pergala destûrî ya heyî binpê dike û paşguh dike ye.  Em ê hem li Meclîsê hem jî li derve têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Silav silav ji zindanan re hezar silav", "Tecrîda li hundir û derve bişkînin" hatin berzkirin.
 
Çalakiya bi çepikan bi dawî bû.