Li Şengalê TAJÊ û YJŞ’ê semînerek hevpar dan

  • 14:48 23 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Bi pêşengtiya TAJÊ û YJŞ’ê li ser girîngiya xweparastinê ji bo civaka Êzidî û ji bo jinan, li Dîgûrê semînerek hevpar hate dayîn.
 
Di çarçoveya kampanyaya TAJÊ ya bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, bibe dengê xweparastinê" li komelgeha Dîgûrê ya Şengalê semînerek ji aliyê kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve hate dayîn. Semîner ji bo jin û mêran hate dayîn.
 
Di semînera ji aliyê yek ji fermandariya YJŞ’ê Axîn Întîqam ve hate dayîn de, îşaret bi van xalan hate kirin: “Em hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin. Di oxira rizgarkirina Şengalê de me bi sedan şehîd dan. Ji bo rizgarkirina her jin û zarokê me şehîd dan û Êzidxana pîroz bi xwînê rizgar kir. Piştî rizgarkirina Şengalê gavekî mezin hat avêtin, ew jî birêxistinkirina Şengalê bû. Civaka Şengalê ji bo ku xwe biparêze û di her milî de bihêz bisekine, xwe birêxistin kir.”
 
Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşengiya jinan a ji bo xebatên xweparastinê û wiha anî ziman: “Yek ji tiştên bi qîmet ku hat avakirin, li Şengalê birêxistinkirina meclîsên jinan bû. Jin ji bo ku bibin xwedî îrade; dersên ku ji fermanê hatin girtin avakirina meclîsan bû. Ji bo ku xwedîderketin li çand, ol û baweriya Êzidayetiyê çêbibe jinan berpirsiyarî girt û roleke mezin lîstin. TAJÊ îro gavên mezin di vê riyê de diavêje. Kampanyaya ku bi navê ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ hatiye destpêkirin; bi pêşengiya dayikên me yên ku di meclîsan de kar dikin, dimeşe lê erk û rola me jî ew e ku em xwedî lê derkevin û mezin bikin. Ji bo wê jî em bang dikin ku her kes xwedî lê derkeve.”
 
Axîn Întîqam bal kişand ser lingê hêza leşkerî û girîngiya wê jî û got: “Yek ji şaxên xweparastinê jî aliyê leşkerî ye. Ji bo wê jî banga me ji bo hemû ciwanan ewe ku berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê û YBŞ’ê û çeka bi dehan hevalên şehîd li erdê nehêlin. Ji bo em xwedî li hebûna xwe derkevin divê em xwedî li keda şehîdan derkevin. Xîret, zanebûn û hêzeke mezin pêwîste û bi vî rengî em dikarin li kampanyayê xwedî derkevin.”