Înîsiyatîfa Jinê: Sedema felaketa li Kurdistanê dewleta Tirk bi xwe ye

  • 11:57 23 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Jinê ya Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser xwezaya Kurdistanê da û got, "Li Kurdistanê felaketa xwezayî nîne, felaketa dewleta Tirk heye."
 
Înîsiyatîfa Jinê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî şewat û êrişên qirkirina ekolojîk ên demên dawî de daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên di şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan hate xwestin û wiha hat gotin, "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê hewl dide çanda me û zimanê me tune bike, di heman demê de xwezaya me qir dike. Li Kurdistanê felaketeke xwezayî nîne, felaketa esasî dewleta Tirk û kiryarên wê ne. Birîna daran û bikaranîna çekên kîmyewî xaka me herimandiye. Bi bombekirina çiyayên me û gundên me xwezaya me talan dikin. Niha jî daristanên me dişewitînin. Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn a dewleta Tirk e."
 
Înîsiyatîfê bang li gelê Kurd kir ku helwesta xwe ya li dijî talanê hîn mezin bike û got, "Dewleta Tirk tu awayî alîkariyê nade gelê Kurd. Şewatên li Kurdistanê hewldanek ji bo tunekirina xwezaya Kurdistanê ye."
 
Înîsiyatîfê got, "Divê gelê me li dijî dewleta Tirk bibe yek û li dijî vê zilmê sekneke xurt nîşan bide. Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê divê em bêdeng nemînin."