ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 23 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Li ser pirsa yek ji koordînatorên welatên Skandînavyayê yên kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye  destpêkirin Beht Hartmann a ji Wezareta Karên Derve ya Norwêcê ku der barê Îmraliyê de kir, Wezîr Espen Barth Eîde  tenê got: "Em dişopînin" û der barê pergala îşkenceyê de got, " Norweç li Tirkiyeyê ji bo saziyên ku xebatên astengkirina îşkenceyê, piştî wê rebabîlîtekirinê û ji bo başkirina şert û mercên girtiyan  dikin piştgiriya malî dike."
 
* Hevjîna girtiyê nexweş ê giran Abdulkadîr Kuday ê bi nexweşiya ALS’ê ye Leyla Kuday ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir got, “Çavkaniya sereke ya hemû pirsgirêkan tecrîd e. Ger tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk ji holê rabin. Em niha dixwazin dengê me were bihîstin." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan di nav Tora Xebatên Kurdî de cih digire wiha bal kişand ser armanca avakirin û xebatên torê: "Em dixwazin hêzên xwe bigihînin hev û ji bo nasname û zimanê xwe tiştekî biafirînin." BI DÎMEN 
 
* Çapemenî rastiya şewata li Mêrdîn û Amedê bi îfadeya spekulatîf a “şewata pirêzê” vedişêre? Çima kes balê nakişîne ser kabloyên elektrîkê yan jî mudaxaleya dereng mayî? Gelo em dikarin bibêjin ku ev helwest etîka rojnamegeriyê tune dike û pêbaweriya medyayê ji holê radike? MEDYA KRÎTÎK