ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 17 Hezîran 2024
  • Rojev
 
*Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn-Şehbayê Zelox Bekir derbarê talankirina xwezayê ya ji aliyê dewleta tirk ve da zanîn ku her çiqas ew parastina xwezaya xwe bikin û li hember êrîşan bibin bersiv ewqas ewê civakbûyina xwe bidomînin, biparêzin û wiha got:"Em ê li dijî êrişên li ser zeviyên xwe li berxwe bidin." DÎMEN HEYE
 
*Parlametnera DEM partiyê Meral Daniş Beştaş tayînkirina qeyûman û geşedanên dawî nirxandin û got AKP-MHP ji bo zêdetir winda neke dest bi dijminahiya li hember Kurdan kiriye û got: “Ji bo tabana xwe konsolîde bikin hewce bi globaliyê dibînin. Bi çi hewcedariya wan heye, bi derewan heye. Lê ez vê bêjim wê pêşî li çareseriyê negirin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji parêzerên doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç da zanîn ku şopa lingên gumanbar Navenda Giştî ya MHP’ê nîşan dide û got: “Divê MHP û Ocaxên Ulkucu bikevin bin kontrolê û wek rêxistina sûc bên nirxandin.” DÎMEN HEYE
 
*Yek ji dayikên ku bi wezîrê dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kir Gurbet Tekîn, diyar kir ku wezîr ew baş hewandine û soza ku wê piştî cejnê hevdîtinê bikin daye. Gurbetê wiha anî ziman: “Em ê piştî cejnê biçin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê hevdîtinê bikin. Divê serokatiya me azad bibe. Heta ew azad nebe wê tiştek nebe. Em dayik wê ji bo serokatiya xwe daxwaza hevdîtinê bikin.” DÎMEN HEYE