Tulay Hatîmogûllari: Em ê tevî bêderfetiyan xizmetê bikin

  • 19:31 16 Hezîran 2024
  • Rojane
RIHA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di serdana cejnê ya partiya xwe de axivî û wiha got: “Em ê tevî bêderfetiyan jî gazinan nekin. Em neçar in ku derfetan bi xwe hilberînin û xizmetê bikin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li navçeyên Curnê Reş, Wêranşar, û Serêkaniyê yên Rihayê serdanên cejnê li dar xistin. Tulay Hatîmogullari û şandeya pê re ewil serdana Curnê Reş kirin. Hevşaredar Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş bi endamên meclisa şaredariyê re şandeyê pêşwazî kirin. Hevşaredar Serhan Paydaş di serdanê de destnîşan kir ku hêj jî welatî ji bo pîrozbahiyan tên şaredariyê û wiha got: “Welatiyekî hate cem min û ji min re, ‘Ez 30 salî me, yekem carê dikevim nav avahiyê şaredariyê’ got.” ‘Emê gilî nekin’ Tulayê Hatîmogullari