Li dijî qeyûm di nobetê de cejna hev pîroz kirin

  • 14:58 16 Hezîran 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Şirnexê DEM Partiyî û gel di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûman hatiye destpêkirin de hatin bahev û cejn li hev pîroz kirin. 
 
Li Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber şaredariyên Silopiya, Cizîr û Hezexê dest bi pîrozkirina cejnê kir. Di bernameya ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan di nav de ne de siyasetmedaran û gel li ber şaredariyan cejn li hev pîroz kirin. Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî pîrozkirina cejnê û nobeta li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin li ber şaredariyan didome dan, peyama ku gel dê xwedî li vîna xwe derkeve dan. 
 
'Em weke gelê kurd îro pîrozkirina cejnê û nobeta xwe bi hev re didomînin'
 
Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslan a di pîrozkirina cejnê ya li ber Şaredariya Cizîrê de kurt axivî, wiha got: “Mixabin cejnên me li erdnîgariya Kurdistanê di bin zilm û zorê de weke cejnan derbas nabin.” Newroz diyar kir ku beriya 14 rojan vîna gelê Colemêrgê hatiye xespkirin û wiha got: “Li dijî vê xespê çalakiyên me yên nobetê yên li ber şaredariyan didomin. Em weke gelê kurd îro pîrozkirina cejnê û nobeta xwe bi hev re didomînin.”
 
Li girtîgehan çalakî didomin
 
Newroz, bal kişand çalakiyên li girtîgehan tên meşandin jî û wiha domand: “Li zindanan bi hezaran hevalên me ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di boykotê de ne. Li malbatên xwe nagerin, cejnê pîroz nakin û dernakevin hevdîtinan.”
 
Newroz a got ku “Îro dîsa li çiyayên Kurdistanê şer didome” ev tişt gotin: “Di vî şerî de di bin zilmê û tecrîdê de cejn nayê cem me. Kengî zilm qediya, azadî pêk bên û bi dilekî rihet em bikarin serdana gorên egîdên xwe bikin wê demê cejn dê were. Ji bo ku ew roj bên dê têkoşîna me bidome.”
 
‘Em ê teqez serbikevin’ 
 
Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeyê, hevşaredar, parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez û bi dehan partiyî tev li pîrozkirina cejnê ya li Şaredariya Hezexê bûn. Zekî yê di pîrozkirina cejnê ya li avahiya şaredariyê de axivî wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîleya azadiya gelê kurd. Em dixwazin li ser erdnîgariya xwe bi awayekî azad bijîn. Hêviya me xurt e û em ê teqez serbikevin. Ji ber ku paradîgmaya me ji bo azadî û wekheviya herkesî ye. Ji bo me ronahî nêz e.”
 
‘Gel de xwedi li vîna xwe derkeve’ 
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê, Hevşaredarên Silopiyayê û bi dehan partiyî tev li pîrozkirina cejnê ya li ber şaredariyê bûn. Di pîrozkirina cejnê de bal kişandin ser nobeta li dijî qeyûm li şaredariyê tê kirin û hate diyarkirin ku gel dê xwedî li vîna xwe derkeve.