Wê sibehê li Erîşa, Hol, Şedadê û Mergede li dijî tecrîdê meş bê kirin

  • 14:25 10 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava, “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, şêniyên Erîşa, Şedadê, Hol û Mergede wê sibe (12 Hezîran) meşek mezin lidar bixin. 
 
Meşa ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tê organîzekirin, wê li bajarê Erîşa yê li başûrê Hesekê saet di 10.00’an de destpê bike. Li gorî komîteya amadekar wê şêniyên bajarên Hol, Şedadê û Mergede jî tevlî meşê bibin.
 
Komîteya amadekar a meşê bang li hemû pêkhateyan kirin ku bi rêya komun û meclîsên taxên bajarên navborî beşdarî meşê bibin.