Çalakiyên protestokirina qeyûm: Yên berxwe didin wê biserkevin

  • 22:01 9 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm ku li ber şaredariyên DEM Partiyê tên lidarxistin, di roja 6'emîn de berdewam kir.
 
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş berdewam dikin. Çalakiya nobetê ya li ber şaredariyên DEM Partiyê hatiye destpêkirin di roja 6'emîn de li gelek bajaran pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl jî beşdarî çalakiya nobetê bûn. 
 
Enqere
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî dan. Daxuyanî li Cadeya Sakaryayê pêk hat û dirûşma "Bijî berxwedana gelê kurd" berzkirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiya Enqereyê Nebahat Çalpan daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê destûr nedin ku îradeya gelê kurd tune bê hesibandin.
 
Edene
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm daye destpêkirin di roja çaremîn de berdewam kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî.
 
Sêrt
 
Li ber Şaredariya Sêrtê jî çalakiya nobetê di roja 6'emîn de berdewam kir. Her wiha li ber şaredariyên Misirc, Hawêl û Weyselqeranî hatin domandin. Di çalakiyan de nerazîbûn nîşanî qeyûm hat dayîn.
 
Êlih
 
Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê jî di roja 6'emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm dan.
 
Şirnex
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê jî têkildarî meşa di 13'ê hezîranê de ber bi Colemêrgê ve bê kirin jî li ber Şaredariya Silopiya daxuyanî da. Parlamenter Newroz Ûysal û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê û aktîvîstên TJA'yê û hevşaredarên DEM Partiyê yên navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û banga beşdariya meşa li Colemêrgê kir û xwest gel beşdarî meşê bibe.
 
Girseyê piştî daxuyaniyê li ber şaredariya Silopiya dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakiya nobetê ya li navçeyên Cizîrê û Hezexê jî berdewam dike.