Li Reqayê pêşangeha berhemên jinan

  • 18:25 9 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser ên tevlêkirina li nava civakê de, 25 jinên  Reqayê  ku ji kampa Holê vegeriyane, berhemên xwe pêşkêş kirin.
 
Li Reqeyaê bi diruşma ˊVedigerin jiyanêˊ pêşangeha destkariya ji bo jinên ji kampa Holê vegeriyane hat lidarxistin.
 
Pêşangeh ji aliyê Navenda Alîkariya Civakî ya Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Reqayê ve hat lidarxistin. Armanca pêşangehê ew e ku jinên ji kampa Holê vegeriyane werin perwerdekirin û tevli civakê bibin.
 
Pêşangeh rojane 4 saetan tê vekirin, saet ji 10'ê sibê de dest pê dike. Pêşangeh wê 3 rojan dewam bike.Di pêşangehê de 25 jinên ku li Navenda Alîakriya Civakî ya Reqayê hatine perwerdekirin, beşdar bûn. Wan berhemên xwe yên destkariyê yên ku li navendê çêkirine pêşkêş kirin. Ew jî "xemilandina cawan, rêsandina cilûbergan, mast, penêr, gûz û pasteyan."
 
Di roja 2'yemîn de bi dehan şêniyên bajêr bi taybetî jin serdana pêşangehê kir.