Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome

  • 09:06 9 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya girtiyan a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” ya ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan di 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. 
 
Girtiyan di daxuyaniya ku dabûn de wiha gotibûn: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin."
 
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên siyasî, dernakevin hevdîtin, telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin.