'Em ê li dijî êrişên dewleta tirk têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 09:06 2 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Welatiyên Helebê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û dan zanîn ku wê êrîşên dewleta tirk li hemberî pêşxistina kar û xebata wan nebe bend û gotin:"Em ê li dijî êrişên dewleta tirk têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Dewleta tirk bi balafirên bêmirov û yên biçek êrişî kantona Cizîrê kir. Di encamê de 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jiyana xwe ji dest dan û 12 şênî jî birîndar bûn. Bi taybet piştî ku rayedarên dewleta tirk gef li herêmê xwarin ji ber ku dê li herêmê 11'ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Piştî wê êriş zêdetir bûn.  
 
Jinên Helebê êriş şermezar kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em ê kar û xebata xwe bidin dewamkirin û bi taybet em ê hilbijartinên xwe dewam bikin û ev projeya me projeya Xweseriya Demokratîk wê bi pêş bikeve."
 
'Dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser vîna gel ranawestîne' 
 
Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman êrîş şermezar kir û wiha pê de çû:"Carek din bi awayekî nûjen dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser herêmên me de pêk tîne. Bi taybet piştî nêzîkbûna dema hilbijartinên şeredariyên di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku îro bi awayekî demokaratîk tê meşandin dewleta tirk êrişên xwe zêde kirin. Dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser vîna gel ranawestîne."
 
'Bi êrîşan em dev ji xebata xwe bernadin'
 
Di dewama axaftina xwe de Hêvînê bal kişand ser hedef û armanca dewleta tirk a berdewamkirina êrîşên li ser xaka Sûriyeyê û wiha got:"Bi hinceta ku dewleta tirk parastina ewlehiya xwe ya netewî dike îro sînoran datîne da ku herêmên Sûriyeyê bixe binê kontrola xwe. Êrişî sivîlan dike. Dewletên bêdeng jî yekser piştgiriyê didin dewleta tirk, lê belê çi bibe bila bibe em teslîmkariyê napejirînin. Em ê kar û xebata xwe bidin dewamkirin û bi taybet em ê hilbijartinên xwe dewam bikin û ev projeya me projeya Xweseriya Demokratîk wê bi pêş bikeve."
 
'Projeya me li dijî projeya hegemon e'
 
Hêvînê da zanîn ku dewleta tirk dema ku di hundir komara xwe de astengiyê dikşîne dest bi êrîşên xwe yên ser sivîlan dike û wiha got:"Her ku dewleta tirk di hundir komara xwe de alozî û astengiyan dikşîne berê xwe dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber projeya ku li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê meşandin li dijî sîstema wî ya hegemon e lê ne tenê di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de her wiha li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên me dide girtin. Dewamkirina zihniyeta faşîzim a li ser gelan wê bibe sedema pêkanîna gelek komkujiyên li ser gelê kurd û wê bibe sedema xurtkirina aloziya Sûriyeyê."
 
'Êrîşên dewleta tirk ne êrîşên rewa ne'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê da zanîn ku êrîşên dewleta tirk ên bi ser xaka Sûriyeyê ne êrîşên rewa ye, divê li hemberî wê bê sekinîn û wiha got:"Êrîşên ku dewleta tirk a dagirker dide dewamkirin ne rewa ne. Divê ev yek jî di zagonên navdewletî de neyê pejirandin. Bangewaziya me ji bo hemû kesên li ser vê axê dijîn heye ku xwedî li axa Sûriyeyê derkevin. Divê bêdengiya xwe nedin dewamkirin lê em jî dest ji xebata xwe bernadin."
 
'Em ê li hemberî êrişên dewleta tirk bibin bersiv'
 
Di heman demê de ji Rêveberiya Mala Êzidiyan a bajarê Helebê, Roşîn Muse got:"Îro dewleta tirk dema ku di nava komara xwe de, dikeve lawaztiyê dest bi êrîşên xwe yên li ser herêmên me dike. Êrişên xwe dewam dike. Her wiha di bingehê de projeya Xweseriya Demokratîk dike hedefa xwe lê em vê yekê napejirînin. Destkeftiyên ku tên bidestxistin tên hedefgirtin. Em jî xwe ji projeya xwe nadin dûrxistin. Em ê bi tevahî pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta tirk bibin bersiv."