Lêgerîna edeletê ya malbata Şenyaşar di roja 119’emîn de ye

  • 18:23 1 Hezîran 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku 119 roj in daxwaza edaletê dike, carek din deriyên wezaretê lê hat girtin.. Endamên TMMOB’ê serdana wê kirin û gotin têkoşîna malbatê ji bo gel bûye hêvî. 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê di roja 119’an berdewam dike. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar çûn ber avahiya Wezareta Dadê û carek din wan negirtin hundirê avahiyê. Endamên Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ên Wan, Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê serdana malbatê kirin û piştevanî dan nobedê. 
 
Hevserokê Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO)
 a Şaxa Amedê Ufuk Bulut axivî û destnîşan kir ku ew li cem têkoşîna Emîne Şenyaşar in û xwest daxwaza edaletê ya dayika Emîne were qebûlkirin. 
 
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz jî di serdanê de axivî û wiha got: “Ev 100 sal in li Kurdistanê kuştinên kiryar nediyar tên kirin û diqewimin. Em di şexsên cangoriyên xwe de dibêjin, bila ev kuştinên kiryar nediyar werin ronîkirin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.” 
 
 ‘Bila daxwaz bên cih’
 
Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê yê berê Şerefxan Aydin jî di serdanê de axivî û wiha got: “Dayika Emîne doz, berxewdan û têkoşînek bi heybet e. Tu mînakê vê têkoşînê tune ne. Helwestek û têkoşînek bêwestan dide. Ji bo hemû gelê me bûye hêvî. Em bejna xwe li ber vê sekn û heybetiya wê ditewînin. Em jî bi hêvî ne ku wê di demek nêz de daxwazên dayika Emîne werin bicihanîn.” 
 
Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bûn.