Li Mûşê çalakiya xwendinê

  • 14:11 1 Hezîran 2024
  • Rojane
 
MÛŞ - Bi pêşengiya TJA’yê ve di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de çalakiya xwendinê hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Kûrtmeydan a Mûşê, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseyia siyasî" de çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, TUHAY-DER, MEBYA-DER, hevşaredarên navçeyan û gelek kes tevlî çalakiyê bû.  
 
Dovizên “Ji bo serkeftinê cesaret pêwîst e”, “Xwe neşewitînin, yên ku we şewitandin bişewitînin” û “Azadî bi xwe rêvebirinê dest pê dike” hatin daliqandin. 
 
‘Ev pêngav cûr bi cûr didome’
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê beriya xwendinê Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz axaftinek kurt kir. Sumeyye, anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de li gelek deverên Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin û got: “Ev bi meşa Gemlîkê dest pê kir û bi vê yekê re pêngava ji bo dengdayîna azadiyê û ji bo şikandina tecrîdê li her derê Kurdistanê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Ji van yek jî Meşa Mezin a Gemlîkê û çalakiya greva birçîbûnê girtiyan destpê kiribû. Girtî ji 4’ê Nîsanê ve çalakiya xwe veguherandin astek cuda û dernakevin hevdîtinan. Her wiha Dayîkên Aştiyê di çalakiya Nobeta Edaletê de bûn, niha jî li ber deriyê girtîgehan ji bo azadiyê û şikandina tecrîdê çalakiya xwe didomînin. Li her deverê cihanê rewşenbîr, hûnermend û kesên ku li hemberî binpêkirina mafê mirovan in, ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiyên xwe didomînin. Ev pêngaveke û ev pêngav cûr bi cûr xwe didomîne. Ji van yek jî çalakiya xwendinê ye. Birêz Ocalan xwendina xwe ya di girtîgehê de nivîsên ku ava kiribû û xwendinên me li ser vê yekê ne.”
 
Piştî axaftinê nivîsên “Hezkirin, evîndarî û nefrîn” û “Jin, malbat û hezkirin” ên Abdullah Ocalan hat xwendin.
 
Bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” çalakî bi dawî bû.