Ji Rêveberiya Xweser banga tevlibûna hilbijartinê

  • 12:51 1 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîşên dewleta tirk berdewama polîtîkaya qirkirin û dorpêçkirina herêmê ye û li dijî polîtîkayên qirkirinê banga pêşxistina piştevaniyê û tevlîbûna hilbijartinan kir.
 
Dewleta tirk duh li bajarên Til Hemîs, Til Koçer û Amûdê yên kantona Cizîrê êrîşên hewayî pêk anî. Di encamê de 4 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan û 11 sivîl birîndar bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş sûcekî din e û berdewama siyaseta qirkirin û dorpêça li ser herêmê ye.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, armanc ji van êrîşan têkbirina îradeya gelan û têkoşîna wê ya demokrasiyê ye.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dijwarbûna êrîşan hemwextî amadekariyên hilbijartinên şaredariyan tên kirin û wiha hat domandin: "Ev êrîş di demekê de tên kirin ku pêkhateyên gelê me amadekariyên hilbijartinên demokratîk ên hilbijartinan dikin da ku pêşketineke mezintir a rêvebirina civakê bi dest bixe. Ev êrîş kiryarekî derexlaqî ye û êrîşeke rasterast li dijî hewldanên pêkanîna demokasiyê li Sûriyeyê û xizmeteke bê berdêl ji bo civakê ye."
 
Di daxuyaniyê de êrîş bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin, "Em ê erkên xwe yên bi armanca pêkanîna hêviyên gelê me bi cih bînin. Hemû îdiayên derbarê hilbijartinan de kiryarekî rakirina tolê ye. Armanc jê jî rêgirtina li ber avakirina civakeke bi hêz e. Em diyar dikin ku ev hilbijartin gaveke ber bi misogerkirina rêya durist a demokratîkbûneke rasteqîn li Sûriyeyê ve ye. Em siyasetên destwerdêr red dikin; ev hilbijartin biryareke durust a gelê me ye û xebateke navxweyî ya gel e da ku şêwazê xwerêvebirinê bi rêxistin bike."
 
Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku li hemberî siyasetên qirkirinê hevgirtina xwe pêş bixin û bi xurtî tevlî hilbijartinan bibe.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku helwesta yekbûyî rêya ber bi siberojeke aram û jiyaneke rûmet ve ye.
 
Hate diyarkirin ku aliyên derve kolekirina gelan û rêgirtina li ber pêşxistina îradeya wan armanc dike. Her wiha bang li gel hate kirin ku bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibe û biryara xwe ya azad a demokratîk biparêze û hate gotin: "Tevlêbûna hilbijartina û serxistina wê serketina dîrokekî ya xurt li hemberî hêzên ku hewl didin îradeya me têk bibin e."
 
Di dawiyê de sersaxî ji malbatên cangoriyên êrîşa dewleta tirk re hat xwestin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hat xwestin.