Maîre Rowland: Sîxurtiya bi bandor ji bo azadiya çapemeniyê xeter e

  • 09:03 1 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Kordînatora Lêkolîna CFWIJ Maîre Rowland  diyar kir ku ger qanûna ‘sîxuriya bi bandor’ bikeve meriyetê wê li Tirkiyeyê ji bo azadiya çapemeniyê rûpelek reş nîşan bide.
 
Pêşnûmeya ‘sîxurtiya  bi bandor’ ya di 9’emîn Pakêta Darazê ya ku AKP û MHP hewl didin bikin qanûn de, wek darbeyeke li dijî azadiya çapemenî û fikr û ramanê ye. Li dijî vê bertek her diçin zêde dibin. Li gorî vê hukmê hem li Tirkiye û hem jî ji bo rojnameger û xebatkarên li qada navneteweyî dixebitin sansur û ceza li ber derî ye. Koordînatora Lêkolînê ya Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) Maîre Rowland, pêşnûmeya ku wê vê mehê bê meclîsê nirxand.
 
‘Li hember çapemeniya Kurd zilmek mezin heye’
 
Maîre der barê raporên azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de axivî û wiha vegot: “Li hember çapemeniya Kurd û rojnamegerên Kurd zilmek mezin heye.  Ji 2019’an ji roja Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de hatiye vakirin heta niha me sûcdarî, cezayên li rojnamegerên jin ên Kurd hatine birîn bi raporan nîşan da. Li gorî belgeyên destê me de nûçeyên der barê PKK û Sûriyeyê de hatine çêkirin wek sûcdarî tên dîtin. Rojnameger ji ber karê xwe dikin bi cezayên giran re tên rû hev. Îsal me şahidiya gelek serdegirtinên malan kir. Merciyên tirk ji bo vê zilmê bidin sekinandin tiştekî nakin. Rojnamegerên Tirk ên binçavkirina hevpîşeyên xwe protesto kirin jî bi zextan re hatin rû hev. Saziya me her tim parêzvaniya rojnamegerên Kurd kirine. Em li dijî vê hovîtiyê matmayî mane. Koalîsyona Jinan wê her tim ligel hevpîşeyên xwe yên Kurd bin.”
 
‘Ji bo pêşî li azadiya fikr û ramanê bigirin tê kirin’
 
Maîre balkişand ser qanûna dezenformasyonê ya sala borî ku li ser bertekan hatibû vekişandin û wiha bi lêv kir: “Di bin navê qanûna dezenformasyonê de qanûnên çewisandina agahiyan dikin jiyanê. Bi armanca bêdengkirina muxalîfan e.  Qanûna dezenformasyonê ya di 2022’yan de li Tirkiyeyê ket meriyetê di esasê de qanûna sansurê ye. Îdia dikin ku pêşî li agahiyên şaş digirin. Lê ji bo sînorkirin û kontrolkirina azadiya fikr û ramanê ev tê kirin. Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de hedefgirtina rojnamegeran şermezar kiribû. Nûçeyên rojnamegeran bûn sedema lêpirsînan. "
 
‘Em bi fikar in’
 
Maîre di berdewamiya nirxandina xwe de ev tişt anî ziman: “Niha pêşnûme qanûna ‘sîxurtiya bi bandor’ ya wê biçe meclîsê, me dike fikarên cidî. Di rewşa ev pêşnûme bibe qanûn wê darbeyek mezin li azadiya çapemenî û fikr û ramanê bikeve. Bi taybet yên ku hikûmetê rexne bikin wê hedef bên girtin, wê bêyî sedema wek sîxurtiya bi bandor hedef bên girtin.”
 
‘Li Rûsyayê jî ji bo hedefgirtinê hatibû derxistin’
 
Maîreyê destnîşan kir ku qanûna sîxurên biyanî ya 2012’an de li Rûsyayê ketiye meriyetê, wek qanûna ku niha li Tirkiyeyê tê pêşniyarkirin, ji bo muxalefetê bêdeng bike û rojnaemgeran hedef bigire hatibû bikaranîn. Maîreyê wiha domand: “Tecrubeya li Rûsyayê  ku rojnameger û çapemeniya serbixwe jiyaye ji bo civaka sivîl a Tirkiyeyê jî hişariyek girîng e. Ev qanûn ji bo Tirkiyeyê nîşaneya rojên reş e. Wê li Tirkiyeyê jî rojnameger bi sîxurtiyê bên sûcdarkirin û hedef bên girtin.”
 
Maîre di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek koalîsyon wê ji bo vekişandina vê pêşnûmeyê bi dengekî bilind parêzvaniyê bikin û wiha dawî lê anî: “Em ê hemû hevkarên xwe yên navneteweyî di vê mijarê de di alî tehdîda ku pêşnûme dike de agahdar bikin. Em ê, ji bo saziyên YE û DYA’yê  û siyasetmedar tevli xebatên me bibin, faliyetên lobiyê bidin meşandin.”